Rêveberên Kantona Minbicê: Guh nedin daxuyaniyên şerê taybet 2024-12-08 10:22:35   NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberên Kantona Minbicê daxuyaniyên Tirkiyeyê yên wekî "bajar hatiye terikandin" derewandin û gotin ku wê heta dawiyê Minbicê biparêzin.   Li xeta Minbic-Heleb û Minbic-Babê şerekî giran diqewime. Xet bi çekên giran tê bombekirin. Li gel vê Meclisa Leşkerî ya Minbicê bersiv da êrişên komên paramîlîter ên di bin navê Artêşa Mîlî ya Sûriyeyê (SMO) de ku Tirkiye piştgiriya wan dike.    Hewldana komên SMO'yê ya ji eniyên bakur, rojava û başûr ên ji bo ketina nava bajêr yek bi yek hatin şikandin. Rêveberiya Kantona Xweseriya Demokratîk a Minbicê jî bersiv da dezenformasyonên rojên dawî yên têkildarî bajêr.   Li gor nûçeya ANF'ê; ji rêveberên kantonê Ebû Şêxo Mihemed û Xalid Bekro diyar kirin ku li ser bajêr şerekî taybet tê meşandin. Her du rêveberan gotin ku îdiayên ku dibêjin bajar hatiye terikandin encameke şerê taybet a dewleta tirk e û destnîşan kirin ku gelên Minbicê ji aliyekî ve jiyana hevpar ava dikin, li aliyê din jî li hemberî şer li ber xwe didin.