Îlham Ahmed: Dawiya despotîzmê, destpêkeke nû 2024-12-08 11:49:10 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ahmedê der barê geşedanên li Sûriyeyê de wiha got: "Dawiya despotîzmê, destpêka serdemeke nû ya li ser esasê edalet û demokrasiyê." Hevseroka Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ahmedê têkildarî rûxandina rejîma Şamê li ser hesabê medyaya dîjîtal X'ê daxuyaniyek da. Îlham Ahmedê di parvekirina xwe de ev tişt anîn zimên: "Em îro dawîlêanîna li despotîzmê radigihînin, em paşerojê li pey xwe dihêlin û bi hêviya ku gelê Sûriyeyê ji bo pêşerojeke dadperwertir û demokratîktir hewlên yekîtiya gelên Sûriyeyê rûpeleke nû vedikin. Em dengê guleyan rawestînin û wekî hîma aştî û avakirinê diyalogê esas bigirin."