Aldar Xelîl: Mudaxileya Tirkiyeyê krîza Sûriyeyê girantir dike 2024-12-09 09:46:49   NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl diyar kir ku divê li Sûriyeyê serdemeke nû dest pê bike û Rêveberiya Xweser ji bo guftûgoya bi aliyan re amade ye. Xelîl, wiha got: “Lê belê mudaxileya Tirkiyeyê krîza li Sûriyeyê girantir dike.”    Endamê Desteya Rêveber a Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl têkildarî geşedanên li Sûriye û Rojava ji ANF’ê re axivî. Xelîl, diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hemû pergal û civaka xwe ji bo çareseriyê amade ye û got: “Rêveberiya Xweser ji bo guftûgoya bi aliyan re amade ye.”    ‘DIVÊ SÛRIYEYEKE JI BO HEMÛ GELAN BÊ AVAKIRIN’   Aldar Xelîl, têkildarî rewşa piştî ketina desthilatdariya Beşar Esad, wiha got: “Weke ku tê zanîn Baas 8'ê Adara 1963'an bûbû desthilatdar. Di 8'ê Kanûna 2024'an de bi dawî bû. Piştî 3 mehan wê 62 sal li pey xwe bihişta. Yanî dema Esad û rejîma Baasê ya 61 sal û 9 mehan bi dawî bû. Desthilatdarî ji salên 1970'î û vir ve di destê malbata Esad de bû. Di nava 14 salên dawî de ji bo guhertina desthilatdariyê gelên Sûriyeyê li her derê di nava berxwedanê de bû. Lewma di dîroka Sûriyeyê de îro rojeke dîrokî û bi wate ye. Ji ber ku desthilatdariyeke 61 sal û 9 mehan bi dawî, wê bibe destpêka demeke nû. Ya rast divê mirov vê bipirse; Desthilatdariya malbata Esad bi dawî bû lê belê Sûriyeya nû wê çawa be? Gelô çeteyên dewleta Tirk û hêzên cuda wê bi çi rengî nêzî Sûriyeya nû bibin? Wê Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin? Wê sîstemeke çawa bê avakirin? Ev mijar hêjayî nirxandinê ye û her kes li van mijaran difikirin. Divê Sûriyeyeke demokratîk ne tenê ji bo neteweyekê, lê ji bo hemû gelan bê avakirin.   METÎRSÎ HEYE KU DI NAVBERA KOMAN DE ŞER DERKEVE   Ji sala 2011'an û vir ve me her tim heman nirxandin kirin. Heke wê şoreşek pêk were divê ev mejiyê hişk biguhere, divê rêveberiya Sûriyeyê biguhere. Êrişên li ser Sûriyeyê ku rejîma Esad têk bir, ji aliyê komên cuda ve hatin kirin. Di nava van koman de pirsgirêk û nakokî hene. Weke gava destpêkê li hev kom bûn û hilweşandina desthilatdariya Şamê ji xwe re kirin armanc. Lê belê her komek xwedî planeke cuda ye. Metirsî heye ku li Sûriyeyê di nava van koman de şerekî navxweyî destpê bike.   ‘HETA TIRKIYE WEKE BERPIRSYARÊ KRÎZÊ NEYÊ DÎTIN DÊ KRÎZ BI DAWÎ NEBE’    Di berdewamê de Xelîl destnîşan kir ku sedemeke din a neçareseriya krîza Sûriyeyê ya bi salan, destwerdana dewleta Tirk a li Sûriyeyê bû û ev tişt anî ziman: “Heta ku dagirkeriya dewleta Tirk neyê dîtin, heta ku Tirkiye weke berpirsyarê vê krîz û kaosê neyê dîtin krîza Sûriyeyê bi dawî nabe. Lewma hilweşîna rejîma Esad nayê wê wateyê ku krîz bi dawî bûye. Destwerdana dewleta Tirk a li dosya Sûriyeyê neqediya ye. Mînak me êşên giran ji destê Baas û desthilatdariya wê kişand. Li hemberî gelên Sûriyeyê bi taybetî li dijî gelê Kurd 61 sal û 9 mehan polîtîkaya tunekirin û tepisandinê hate meşandin. Ev yek êşeke giran e. Dema ku me dît em ji vê rejîmê azad bûn, em kêfxweş bûn.   Bêguman em dixwazin li paşeroja nû ya Sûriyeyê jiyanek aram û aştiyane bijîn lê belê destwerdana dewleta Tirk a li dosyaya Sûriyeyê metirsiyan zêde dike. Metirsiyeke çawa? Çawa ku dewleta Tirk polîtîkaya tinekirin û tepisandinê meşand, dewleta Tirk jî ne kêmî wê ye û polîtîkaya wê hîn girantir e. Dewleta Tirk hebûna fîzîkî ya gelê Kurd jî qebûl nake. Qet nebe rejîma Baasê li zindanan û ji bilî rewşên taybet hebûna gel tine nedihesiband. Sînorekî xwe yê diyarkirî hebû. Bi kiryarên Kembera Ereb re hewl dida tev li nifûsê neke û demografiyê biguherîne, lê belê gelê me li gund û bajaran jiyana xwe dikarîbû dewam bikira. Polîtîkaya dewleta Tirk bi vî rengî nîne. Li gorî polîtîkaya dewleta Tirk ev herêm herêma Tirkan e, divê Kurd li van herêman nebin. Ji xwe ne alîgirê avabûna Sûriyeyeke demokratîk e û nêteke xwe ya bi vî rengî jî nîne. Ji xwe heta niha navek an jî sîstemek ji bo Sûriyeyê diyar nekirine.”   ‘DIVÊ ÊRIŞÊN SER RÊVEBERIYA XWESER TAVILÊ BÊN BIDAWÎKIRIN’    Bi domdarî Xelîl anî ziman ku bi ya dewleta Tirk divê projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji holê rabe û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dewleta Tirk piştî hilweşîna rejîma Esad li şûna ku civînan bike, li şûna ku muxalefeta demokratîk li hev kom bibe û gelên Sûriyeyê bi hev bişêwirin, paşeroja Sûriyeyê nîqaş bikin, li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dest bi êrişan kir. Niha li ser Minbicê û derdora wê êrişeke giran heye. Ev êriş bi fermana dewleta Tirk têne kirin. Heke tê xwestin Sûriyeyeke demokratîk bê avakirin, ev yek bi êrişa li ser Minbicê û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nabe. Berevajî vê yekê heke Sûriyeyeke demokratîk bixwastibûna diviyabû bi Rêveberiya Xweser re diyalog danîbûna. Ji bo Sûriye karibe bê birêvebirin diviyabû di nava hewldanên nîqaşê de bûna. Bi êrişan nabe. Ev komên êriş dikin rastiya Sûriyeyê û gelên Sûriyeyê temsîl nakin.   Em bibêjin rejîma Esad guhertin û beşeke Sûriyeyê bi rê ve birin; heke hebûn û nasnameya Kurdan qebûl nekin; şêweyê xwe yê rêveberiyê navendîparêz be û li ser gelên Sûriyeyê serwer û zordar bin, hingî wê bê pirsîn, çi cudahiya we maye? Lewma li pêşiya Sûriyeyê pêvajoyeke nû heye. Ya girîng ew e ku di vê pêvajoya nû de îradeya gelên Sûriyeyê esas bê wergirtin û êrişên li ser herêmên Rêveberiya Xweser tavilê bêne bidawîkirin."   ÊRIŞÊN SER MINBICÊ   Aldar Xelîl têkildarî êrişên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Minbicê jî ev nirxandin kir: “Li Minbic û derdora wê êrişên giran hene. Di van êrişan de çete bi tenê nînin. Bala xwe bidinê, daxuyaniya destpêkê ya çeteyan ne li ser rê û rêbazên avakirina paşeroja nû ya Sûriyeyê bû. Daxuyaniya wan a destpêkê li ser êrişa Minbicê bû. Niha (Heta doh êvarê) êrişên giran têne kirin û ev çete li berxwedaneke mezin rast hatin. Meclisa Leşkerî ya Minbicê kêlî bi kêlî daxuyaniyan dide. Berxwedan dewam dike. Heke ev êriş neyên şikandin wê dewleta Tirk neyê rawestandin. Heke gava destpêkê ya projeya dewleta Tirk pêk were wê gav bi gav dewam bike. Dewleta Tirk wê nesekine. Şopandina van êrişan têrê nake, divê mirov tev li nava refên berxwedanê bibin. Armanca dewleta Tirk tinekirin e. Ji ber vê yekê jî divê gel li eniyekê, li çeperekê li hemberî êrişan li ber xwe bidin."   GEFA DAIŞ’Ê YA LI SER DÊRAZORÊ   Li ser rewşa li Dêrazorê jî Aldar Xelîl wiha got: “Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li Baxoz a Dêrazorê dawî li DAIŞ'ê anîn, ev herêm tê parastin. Bi taybetî bi ragihandina Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê re hîn xurtir bû. Ji wê rojê û vir ve ev herêm di bin kontrola HSD û Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê de ye. Dema ku van koman berê xwe dan Hamayê, DAIŞ'ê jî berê xwe da Dêrazorê. Êrişên li ser Dêrazorê ji bo kontrolkirina herêmê bû. Heke ev yek pêk bihata wê metirsî li ser herêmên din ên Rêveberiya Xweser jî çêbûya. Lewma Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, her wiha xelkê Dêrazorê ji bo valahî bi êrişên DAIŞ'ê re rû nede, ev valahî dagirtin. Divê were zanîn, heta ku ev polîtîkaya dewleta Tirk û DAIŞ hebe wê gef jî dewam bikin. Li Dêrazorê di nava amadekariyan de ne. Li hin deveran êrişê dikin lê belê ev êriş bi parastineke xurt tê şikandin.”   'RÊVEBERIYA XWESER JI ÇARESERIYÊ RE AMADE YE'   Ji bo pirsa “Rêveberiya Xweser ji çareseriyê re çiqasî amade ye?” jî Adar Xelîl ev bersiv da: "Rêveberiya Xweser di demekê de ku hîn nehatibû ragihandin; yanî sala 2011'an û bi îlana sala 2014'an re heta roja îro destnîşan dike ku ji bo Sûriyeyê projeya xwe projeya yekîtî û hevgirtin e. Bala xwe bidinê; di sala 2015'an de weke Meclisa sîwanî Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hate ragihandin. Sîwana MSD'ê ew sîwan e ku hêzên muxalefetê hemûyan ên Sûriyeyê li hev kom dike. MSD niha dikare bi rola lihevkomkirina hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê bilîze. HSD jî dikare bibe hêza leşkerî ya Sûriyeyeke demokratîk. Projeya Neteweya Demokratîk jî dikare ji bo Sûriyeya nû bibe projeya paşerojê. Rêveberiya Xweser bi hemû sîstem û civaka xwe ji çareseriyê re amade ye. Rêveberiya Xweser amade ye ku bi her kesî re diyalogê dîne û çareseriyê pêk bîne.”   Aldar Xelîl, axaftina xwe wiha qedand: “Destkeftiyên bi xwîna şehîdan û bi keda gel hatin afirandin di vê dema dîrokî de divê bêne parastin. Heke em karibin roja xwe ya îro biparêzin ev yek wê bê wateya parastina 14 salên me yên dawî. Heke em xwe sist bikin dibe ku em li rewşeke neyînî rast bên. Divê gel bêteredût destketiyan biparêzin û di nava berxwedanê de bin."