Sadr’ê ji bo Sûriyeyê banga guftûgoyê kir 2024-12-09 10:00:05   NAVENDA NÛÇEYAN -  Lîderê Tevgera Şîe ya Neteweyî Mukteda el-Sadr têkildarî geşedanên li Sûriyeyê daxuyanî da û banga guftûgoyeke neteweyî ya berfireh kir ku rê li ber avakirina hikûmeteke demokratîk veke.    Lîderê Tevgera Sadrê ya Iraqê Mukteda el-Sadr piştî bidawîkirina rejîma BAAS’ê ya piştî 61 salan, li ser hesaba xwe ya platforma X’ê peyamek parve kir.    Mukteda el-Sadr di peyama xwe de wiha got: “Ji bo cîranê me Sûriye ji mudaxileyên Amerîka û Îsraîlê dûr û di ewlehiyê de bijî, ji bo avakirina hikûmeteke demokratîk a ku kesên tundrew, rêveberiyeke leşkerî tê de tune be, em li bendê ne ku guftûgoyeke niştimanî ya berfireh bê pêşxistin. Hêviya me ew e ku di navbera her du gelên bira de di navbera Îslam, Erebbûn û insanetiyê de têkiliyên bihevseng bên avakrin. Qedera me yek e û divê em destûrê nedin ku dijmin me di bin navên mezhebperestî, cudahiyên siyasî û neteweperestiyê de parçe bike.”