Heyetê serdana hevşaredarên Mêrdînê kir 2024-12-09 15:04:11 MÊRDÎN - Heyeta ku ji nivîskar û hunermendan pêk tê serlêdana hevşaredarên Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr kir û heyetê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan.  Heyetek ku di nav de hunermend, nivîskar, rojnameger hene serdana hevşaredarên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ahmet Turk û Devrîm Demîr ên ji wezîfeyê hatin dûrxistin û li cihê wan qeyûm hatibû tayînkirin, ziyaret kirin. Heyet li Mêrdînê li otelekê bi hevşaredaran re hevdîtin kir û hevdîtin ji çapemeniyê re girtî pêk hat. Heyetê û hevşaderaran piştî hevdîtinê daxuyanî dan.   Li ser navê heyetê siyasetmedar û ekonomîst Nesrîn Nas daxuyanî da û wiha got: “Em xwediyên vê axê ne; tirk, kurd, ermenî, rûm, laz, ereb, çerkez, roman, misliman, xristiyan, cihê, suryanî, êzîdî, sunî, elewî, bawermend, nebawermend bi hemû renginiya xwe em zarokên vî welatî ne.”   ‘EM NE RAZÎ NE, ÎTÎRAZA ME HEYE’   Nas wiha axivî: “Em ji kîjan beş, nêrîn, kevneşopiya siyasî û ji kîjan herêmê tên bila bên, em dixwazin bawerî, ol, ziman, nasname û çanda xwe di nava aştî û aramiyê de bijîn. Em naxwazin mafên me yên destûra bingehîn bên astengkirin, tercîha me ya siyasî bê binpêkirin, yên em hilbijêrin ji kar bên derxistin û bi tayînkirina qeyûman re vîna me bê desteserkirin. Em naxwazin dijminatî were kirin. Em tundiya li ser jin û zarokan, tacîz, tecawiz, kuştina jinan, cihêkariyê naxwazin.   Yên ku vî welatî birêve dibin; Hûn hatine hilbijartin ku em, welatî di nava aramî, ewlehî û aramiyê de bijîn. Me bi gotinên kîn û nefretê parçe nekin, baweriya me ya bi heq û hiqûqê têk nebin. Bizanin ku  em vê rewşa awarte qebûl nakin, em li dijî vê yekê nerazîne.”   Nesrîn Nas anî ziman ku tayînkirina qeyûman nîşan daye ku çiqas mafdar in û wiha got: “Bi pêkanînên kêfî yên ku edaletê xera dikin re darbeyekê li demokrasî û aştiya navxweyî dixin. Em dixwazin bînin bîra we ku qeyûm ne tenê biryareke îdarî ye. Yek ji pêwîstiyên herî dawî yên demokrasiyê ku hatiye xerakirin û kilîtkirina sindoqê ye. Em li ser navê welatiyên ku aştî, edalet û hurmetê ji vîna gelan re dixwazin, ji bo em bêjin 'Em razî nabin' a polîtîkaya dij demokratîk, kêfî ya qeyûm, ji bo em hevgirtina xwe ya ji bo kesên ku îradeya wan hatiye xetimandin ragihînin hatine vir. Em bang li hikûmetê dikin ku dest ji pêkanînên qeyûm berde û hemû siyasetmedar bêyî niyetekê li dijî polîtîkaya qeyûm derkevin. Em li vir careke din dubare dikin. 'Em ne xwedî razîne, îtiraza me heye' li dijî pêkanînên qeyûm ên li dijî vîna gel û demokrasiyê ne.”   KESÊN DI HEYETÊ DE CIH DIGIRIN   Navê kesên ku di heyete de cih digirin wiha ne; Alî Îhsan Dînçer, Ayşe Erzan, Ayten Yildirim, Berrîn Sonmez, Bînnaz Toprak, Celal Korkut Yildirim, Ekrem Baran, Enes Atîla Pay, Erdogan Aydin, Fazil Alp Akiş, Gulayşe Koçak, Gulseren Onanç, Gurhan Ertur, Hacer Ansal, Îslam Ozkan, Mehmet Altan, Mehmet Saltoglu, Murathan Mungan, Nesrîn Nas, Nîlay Akgun, Nûrcan Baysal, Nûrten Ertugrul, Orhan Alkaya, Orhan Sîlîer, Oya Baydar, Omer Faruk, Tatyos Bebek.