Di salekê de ji bo Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin 2024-12-09 16:10:45     ENQERE - Di nava salekê de ji bo Parlamenterê DEM Partiyê Omer Faruk Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin.    Di nava salekê de ji bo Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglû hezar û 700 serlêdanên binpêkirinan hatin kirin.    Beşeke hejmar û mijarên têkildarî wan serlêdan hatine kirin wiha ne: “Ji girtîgehan 194 serlêdan, ji bo mafên ajalan 191, têkildarî mafê tenduristiyê 164, têkildarî jiyan û pirsgirêkên aboriyê 141, têkildarî cihêkariyê 104, têkildarî mafên zarokan 103, têkildarî perwerdeyê 102, têkildarî mafên astengdaran 72, têkildarî KHK’an 61 û têkildarî tenduristiya karkeran û ewlehiya kar jî 38 serlêdan hatin kirin.”