Wezareta Dadê: Di 11 mehan de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan 2024-12-09 16:46:48 ENQERE - Li gorî daneyên Wezareta Dadê, di nava 11 mehên sala 2024’an de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dan.  Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di 28’ê Mijdarê di civîna Komîsyona Wezareta Dadê de têkldarî şêweyê rêvebirinê ya Lijneya Îdare û Çavdêriyê pirs ji Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç kir. Di 5’ê Kanûnê de jî bersiva pirsan hate dayin.    Wezaretê bi nivîskî bersiv da û got ku di nava 11 mehên 2024’an de 709 girtiyan jiyana xwe ji dest dane.