ROJEVA 10’Ê KANÛNA 2024’AN 2024-12-10 09:00:28   * Fînce Akman a ku di dema daxuyaniya mitînga "azadî" ya Stenbolê de rastî lêdanê hat û hat binçavkirin, bi rêya parêzerên xwe giliyê polîsan kir û doz li wan vekir.    * Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn-Şehbayê Mihemed Şêxo diyar kir ku ji ber êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê cara duyemîn welatiyên kurd neçar mane koçber bibin û got: "Divê raya giştî ya cîhanê ji bo bidawîkirina vê hovîtiyê bikeve nava liv û tevgerê."   * Nivîskar Nûsret Yildiz ku 30 salan di girtîgehê de ma û di vî 30 saliyî de zêdetirî 30 pirtûk nivîsandin, heya niha tenê karibûye pirtûkekê çap bike.    * Şaxa ÎHD’a Enqereyê dê kesên di Komkujiya Garê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr bîne. (09.30)   * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê starta kampanyaya xwe ya piştevaniya bi Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re li avahiya DBP’ê ya bajar bi daxuyaniyekê bide. (11.00)   * Li gelek bajaran dê êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bên protestokirin. (13.00-18.30)