Wezîr Tunç têkildarî serlêdana Îmraliyê daxuyanî da 2024-12-10 11:54:57 ENQERE - Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana DEM Partiyê ya ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan axivî û got: “Xebatên me yên ji bo diyarkirina roja guncav didomin.”  Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç têkildarî serlêdana Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan a ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, pirsên rojnamegeran bersivand.    Wezîr Tunç, beriya hevdîtinên bûdçeyê yên li Lijneya Giştî ya Meclisê daxuyanî da û ji bo pirsa têkildarî serlêdana hevserokên DEM Partiyê wiha got: “Pêvajo didome. Xebatên me yên ji bo diyarkirina roja guncav didomin. Em ê bi we re parve bikin.”   Tunç, pirsa rojnamegeran a “Gelo dê di demekî nêz de be?” jî nebersivand.