Li girtiyên xwarina ‘nexweş’ nexwarin cezayê ragihandinê hate birîn 2024-12-11 10:59:14 AMED - Rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê li girtiyên xwarina nexweş nexwarin, bi îdiaya “rêveberiyê protesto dikin” lêpirsîn da destpêkirin û cezayê ragihandinê da girtiyan.  Rêveberiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê, derheqê girtiyên ji ber xwarina “nebaş” xwarin nexwarin û ji bo xwe ji kantînê xwarinên aperatîf anîn, bi îdiaya “protestokirina rêveberiya girtîgehê” lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de cezayê ragihandinê dan girtiyan.    Girtî Ozgur Sevîm beriya cezayê 2 mehan ê qedexeya ragihandinê dest pê bike li ser telefonê bi dayika xwe Behiye Sevîm re axivî. Behiye Sevîm, wiha qala hevdîtina bi kurê xwe re kir: “Kurê min got ku xwarin ewqas nexweşin ku nikarin bixwin. Got ku ew ji xwe re ji kantînê xwarinên aperatîf anîne û xwarin xwarine. Rêveberiya girtîgehê jî ev rewş dîtiye û bi îdiaya ‘hûn me protesto dikin’ 2 meh cezayê telefonê lê biriye. Ev, biryareke keyfî ye. Ev rewş nayê qebûlkirin. Ez ê giliyê wan bikim.”    JI BER BERTEKA LI DIJÎ BIRYARÊ 10 LÊPIRSÎNÊN CUDA HATIN VEKIRIN    Bi domdarî Behiye Sevîm da zanîn ku kurê wê jê re gotiye ku derheqê girtiyên li dijî cezayê îtîraz kirin de bi îdiayên cuda lêpirsîn hatine destpêkirin û wiha pê de çû: “Kurê min û girtiyên din ji bo bertek nîşanî cezayê bidin, çalakiya dengderxistinê li dar xistin. Kurê min got ku ji ber vê çalakiyê derheqê wan de 10 lêpirsînên disiplînê yên cuda hatine vekirin. Ji ber vê yekê li kurê min û hevalên wî cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re ya 4 mehan hate birîn. Heta meha Nîsanê hevdîtin qedexe ye. Mafên mirovan li ku ne? Ez dozê vekim.”    Behiye Sevîm, anî ziman ku kurê wê gotiye girtîgeh ji hêla paqijî û hîjyenê ve jî gelek xerab e û wiha bi dawî kir: “Kurê min got ku rêveberiya girtîgehê bi zanebûn korîdoran paqij nake. Dibe ku enfeksiyon bigirein, nexweş bibin. Got ku korîdor di nava qirêjiyê de ne. Em banga alîkariyê ji rêxistinên mafên mirovan dikin.”    DERHEQÊ OZGUR SEVÎM DE   Ozgur Sevîm, di dema qedexeya derketina kolanan li Nisêbîn a Mêrdînê de, di 31’ê Gulana 2016’an de hate binçavkirin û girtin. 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Mêrdînê bi îdiayên “xerakirina yekitî û yekparetiya dewletê”, “kuştina biqesdî”, “Zirardayina malê cemaweriyê” û “madeyên talûke bêyî destûrê li cem xwe girtiye” cezayê muebbeta girankirî û 15 salên hefsê da Sevîm. Ceza, di 11’ê cotmeha 2022’yan de ji hêla 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind ve hate erêkirin.