9 kesên li Hezexê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2024-12-11 13:04:08 ŞIRNEX - Duh li gundê Zêwigê yê Hezexê 9 kes hatibûn binçavkirin û her 9 welatî hatin berdan.  Leşkerên dewleta tirk duh gundê Zêwigê yê navçeya Hezex a Şirnexê dorpêç kirin û bi ser malan de girtin. Di serdegirtinên malan de 9 welatiyên navên wan nehatin zanîn, bi lêdanê hatin binçavkirin.  Her 9 welatiyên li qereqola gund dihatin ragirtin, piştî îfadeyê hatin berdan.