Tevlibûna merasîma cenaze sînordar kirin û sersaxî qedexe kirin 2024-12-11 13:18:06 RIHA - Nûra Kurt a 65 salî ya li Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li Wêranşarê ji aliyê 5 kesan ve bêyî wecîbeyên olî hat definkirin û polîsan destûr neda malbat konê sersaxiyê vekin. Nûra Kurt (65) a ku di 4'ê kanûnê de ji ber nexweşiya gurçik ji bo dermankirinê ji Mexmûrê çûbû Almanyayê jiyana xwe ji dest da, li taxa Herwanî ya navçeya Wêranşar a Rihayê di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin. Danê sibehê cenazeyê Nûra Kurt gihişt Amedê, piştre anîn Wêranşarê. Dema cenaze anîn leşkeran zext li malbatê kirin ku demildest bê girse defin bikin. Leşkeran destûr nedan merasîma definkirina Nûra Kurt. Cenaze danê sibehê saet di 07.30’an de bi beşdariya 5 kesan bêyî wecîbeyên olî hat definkirin.  Goristan ji aliyê bi sedan leşkeran ve hatiye dorpêçkirin, bi dronên keşfê hat qeydkirin.   Polîsan destûr neda ku merasîma sersaxiyê ya ji bo Nûra Kurt li konê sersaxiyê ya navçeya Wêranşar a navçeya Şirnexê bê vekirin. Malbatên ku piştî definkirinê di bin dorpêçê de çûn mala sersaxiyê ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Polîsan mala sersaxiyê dorpêç kirin û ji malbatê re gotin ku destûr nayê dayîn ku bêyî hincet sersaxiyê bidin. Li ser vê yekê malbatê bi tiştên ku bi xwe re birin, xwestin li heman taxê li kolana 1150 li mala xwe (Mela Eliyê Eyto) merasîma sersaxiyê pêk bînin. Polîsan ji bo sersaxiyê li mala xwe nedin malbatê zext li malbatê kirin û gef li wan xwar ku ew ê nehêlin kes biçin sersaxiyê.   NÛRA KURT KÎ YE?   Nûra Kurt a jiyana xwe ji dest da, di sala 2007'an de tevî du keçên xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Nûra Kurt a ku 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Mexmûrê bi cih bû, di sala 2014’an de ji bo dermankirinê çû Almanyayê. Nûra Kurt a ku 10 sal bi teşhîsa nexweşiya gurçikê dihat dermankirin, di 4’ê kanûnê de jiyana xwe ji dest da.