Lêpirsîna Rojîn Kabaîşê: Sedema teqez a mirinê zelal nebû, dîmenên nû li dosyayê hatin zêdekirin 2024-12-11 13:28:37 AMED - Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz da zanîn ku ew li benda rapora têkildarî sedema teqez a mirina Rojîn Kabaîşê de ne. Bav Nîzamettîn Kabaîş jî da zanîn ku dîmenên nû li dosyayê hatine zêdekirin û rêveberiya wargehê nahêle hevala keça wê biaxive.   Xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş ku li Wargeha Xwendekarên Keç a Seyyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima, winda bûbû û cenazeyê wê 18 roj piştre li qeraxa gundê Mollas Kasimê hatibû dîtin. Rojîn Kabaîş, li Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezan a Amedê hate definkirin. Biryara nepeniyê ya derheqê dosyaya lêpirsînê de hêj didome û medyaya alîgiriya AKP’ê dike nûçeyên weke ku Rojîn Kabaîşê întîhar kiribe, weşand.    RAPORA KEVIN WEKE YA NÛ HATE PÊŞKEŞKIRIN    Medyaya alîgira îktîdarê dike, duh îdia kir ku 1’emîn Lijneya Pisporiyê ya Serokatiya Tipa Edlî “rapora encama teqez” amade kiriye û îdia kir ku sedema teqez a mirina Rojîn Kabaîşê întîhar e. Serokê Baroya Wanê Sînan Ozaraz ku dosyayê dişopîne, got ku rapora behsa xeberê rapora berê ye û ev tişt anî ziman: “Em li benda rapora daxwazên me pêk tîne ne.”    MALBAT LI DIJÎ ÎDIAYA ‘XENIQÎNÊ’ BIBERTEK E    Bavê Rojîn Kabaîşê, Nîzamettîn Kabaîş têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Nîzamettîn Kabaîş, li dijî îdiayên “întîharê” derket û bertek nîşanî nûçeyên îdia dikin “keça wî xeniqî ye” da. Kabaîş, wiha domand: “Bila kesek îdia neke ku Rojînê zirar daye xwe. Rojîn bi daxwaza xwe çû dibistanê û xeyalên xwe pêk anî. Rojîn dê bûbûya mamoste. Lê belê rayedarên vî welatî xiyanet li wê kirin. Hin kesan keça min derb kirine û birine Molla Kasimê. Rayedarên ku keça min nedîtin, weke ku ev jî bes nebe îcar ji bo nixûmandina bûyerê li ser televîzyonan îdia dikin keça min întîhar kiriye. Gotinên xwe yên îro mehek berê jî dikirin. Dibêjin; ‘Rapora Rojînê derketiye, 79 mînak hateine girtin, otopsî hatiye ragihandin û di avê de xeniqî ye.’ Yên ku van agahiyan parve dikin bila destê xwe deynin ser wijdana xwe. Dema mirov tiştekî dike, beriya her tiştî divê mirov endamên malbatê û kesa mirî bifikire.”    ‘DIBÊJIN QIRIKA WÊ TEQIYAYE’    Kabaîş, diyar kir ku li ser laşê keça wî şopên derbkirinê hene û wiha pê de çû: “Heke xeniqî be, wê demê ev şopên derbkirinê çi ne? Bijîşkê weke çavdêr tev li karûbarên otopsiya Rojînê bûyî got; ‘Li ser qirika Rojînê şopên derbê hene û qirika wê teqiyaye.’ Wisa xuya dike ku Rojîn xeniqandine û piştre jî avêtine avê. Ser re jî di rapora otopsiyê de qebûl kirine ku qirika wê teqiyaye. Lê belê tiştekî ji vê re bibe bersiv nenivîsandine. Her wiha, keseka demekî dirêj di avê de dimîne av diçe mîdeyê wê, diwerime lê di Rojînê de tiştekî wiha tune bû. Madem 18 rojan di avê de bû, wê demê we çima hem ji bejahî hem ji hewayî lêgerîn ser avê kir. Heta wê demê min gelek caran ji rayedaran re got ku lêgerînê li devera Molla Kasimê bikin. Rayedaran gotin; ‘Xalo herka avê li wir ters e. Nepêkan e li wir be.’ Lê îro tam beravajî van gotinan diaxivin. Dibêjin; ‘Dibe, tiştekî asayî ye avê cenaze biribe wê derê.’ Ev gotin tevek jî binakok in.”    DÎMEN Û QEYDÊN DENG ÊN NÛ LI DOSYAYÊ HATIN ZÊDEKIRIN    Bav Kabaîş, got ku çendek roj berê ji bo wergirtina cil û bergên keça xwe çûye Wanê û ji Serdozgeriya Komarê ya Wanê dîmen û qeydên deng ên nû yên li dosyayê hatine zêdekirin xwestiye. Kabaîş, têkildarî dîmen û qeydên deng ên nû ev agahî da: “Rojîn, dema ji wargehê derdikeve li dayika xwe digere û jê re dibêje dê biçe marketê. Dayika wê jî jê re dibêje; ‘Temam keça min lê zêde dereng nemîne.’ Û piştre telefonê digire. Piştî dayika wê telefonê digire, di qeydên kamerayê de xuya dike ku Rojîn li ser telefonê bi kesekî re diaxive. Me heta niha jî nedizanî bê wê demê bi kê re axiviye. Rojîn, herî dawî bi hevala xwe ya odeyê re diaxive. Dê tevî hevala xwe biçûya perava golê û li jêr li benda wê bû. Di wê navberê de li hevala xwe digere (kesa di qeyda kamerayê de xuya dike) û jê dixwaze ku amûra şarjê bîne. Hevala wê jî dibêje; ‘wileh ez hatim jorê êdî nema dikarim derkevin jêr.’ Di esasê xwe de ew ê piştî çûna peravê, dê ji bo lîstina tenîsê biçûna eywanê. Dê telefona xwe bixista şarjê. Di dîmen û qeydên dengan de ev hebûn. Piştre di dîmenên kamerayan de xuya dike ku Rojîn bi tena serê xwe ji wargehê derdikeve. Piştre jî dîmen reş û spî dibin.”    ‘RÊVEBERIYA WARGEHÊ NAHÊLE BIAXIVE’    Kabaîş, daxuyand ku hevala Rojînê hin tiştan dizane lê belê rêveberiya wargehê nahêle biaxive û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke keçik biaxive dê wargeh sûcdar derkeve lewma wê bêdeng dikin. Rêveberiya wargehê dibêje; ‘Li Molla Kasimê kesek hatiye dîtin û întîhar kiriye. Bila ev li ser me nemîne û em vê meseleyê bigirin.’ Lê belê ez ê heta mirinê dev ji vê mijarê bernedim û dê bişopînim. Kê keça min qetil kiribe bila were dîtin û bê cezakirin.”    ‘WALÎ ÇIMA JI NAVÊ ROJÎNÊ ACIZ E?’    Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê biryar da ku navê Rojîn Kabaîşê li navendeke jinan were kirin lê ev biryar ji hêla walî ve hate redkirin. Bav Kabaîş, wiha bertek nîşanî astengkirinê da: “Walî çima naxwaze navê Rojînê lê were kirin? Ma tu zirara wê heye ku navê Rojînê li navendeke jinan were kirin? Rojîn jî keça vê xakê ye. Jixwe ji roja ewil heta niha walî tu rêz ji bo Rojînê û me girt. Dema navê Rojînê li cihekî tê kirin, hindik jî mirûzê me xwe dibe û em keyfxweş dibin. Lê belê vê biryara walîtiyê em gelek xemgîn kir. Di dema karûbarên ewil ên otopsiya Rojînê de jî walî hate gel min û weke gefê bixwe got; ‘Tu çima fêm nakî û çima bawer nakî? Keça te li qeraxê avê hatiye dîtin û întîhar kiriye.’ Li wir ez pir êşandim. Liv ir jî xuya dike ku walî di navbera mirovan de cihêkariyê dike. Dibe ku nehêlin navê Rojînê li saziyan were kirin lê navê wê li dilê mirovan hate nivîsandin.”    MA / Heval Onkol