Li Curnê Reş Mala Bêhnvedanê ya Jinan hate vekirin 2024-12-11 14:38:01 RIHA - Şaredariya Curnê Reş a DEM Partiyî li navçeyê Navenda Bêhnvedanê ya Jinan vekir.  Şaredariya Curnê Reş a Rihayê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, Mala Bêhnvedanê ya Jinan vekir. Navend, li Taxa Nû hate vekirin û Hevşaredar Garîp Yeşîl û Serhan Paydaş, Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram ku li şûna wê qeyûm hate tayînkirin û gelek kes tev li vekirina navendê bûn.    Hevşaredar Garîp Yeşîl di vekirina navendê de got ku wan bi saya piştevaniya jinan cihekî wiha vekirine û ev tişt anî ziman: “Em ê têkoşîna jinan û xizmetên xwe bidomînin. Qeyûm, ji ewil berê xwe didin destekftiyên jinan. Lewma xebatên ji bo jinan bo me girîng in. Dê xebatên me yên di çarçoveya felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' de bidomin.”    Hevşaredara Xelfetiyê Saniye Bayram jî bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê da.    Piştî axaftinan, navend hate vekirin. Di vekirina navendê de dirûşma “Jin, jiyan, azadî" hate berzkirin.