Li gelek bajaran êriş hatin protestokirin: Rojava rûmeta me ye 2024-12-11 16:41:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li gelek bajaran hate protestokirin û peyama “Rojava rûmeta me ye” hate dayin.  Êrişên dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ên SMO’yê li gelek bajaran hatin protestokirin.    ÊLIH    Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî êrişan daxuyanî dan. Daxuyanî, li pêşiya avahiya DBP’ê hate dayin û pankarta “Kobanê rûmeta me ye” hate hilgirtin. Hevşaredarên Êlihê Gulistan Sonuk û Yeşîl Işik, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    Hevseroka DEM Partiyê ya Êlihê Songul Korkmaz di daxuyaniyê de got ku lil dijî kurdan polîtîkaya êrişê di meriyetê de ye û diyar kir ku divê têkoşîna li dijî vê bê mezinkirin.    Hevserokê DBP’a Êlihê Resûl Çetîn jî daxuyaniya hevpar xwend. Çetîn, diyar kir ku rejîma BAAS’ê ya 61 salî hilweşiyaye û wiha domand: “Em dixwazin li Sûriyeyê rêveberiyeke demokratîk welêt birêve bibe. Divê amadekariyên pêvajoyeke demokratîk a demkî bên kirin û ev yek bi cîhanê re bê parvekirin. Sûriye ya sûriyeyiya e û divê hemû hêzê rêzê ji bo îradeya hevpar a gelên Sûriyeyê bigirin. Divê mafên hemû gel û baweriyan ên li Sûriyeyê bi destûreke bingehîn a demokratîk bên misogerkirin.”    BANGA MEZINKIRINA TEKOŞÎNÊ   Çetîn, banga mezinkirina têkoşînê kir û ev tişt anî ziman: “Weke raya giştî ya demokratîk, em dibêjin ku divê rêveberên Tirkiyeyeyê bi kurdên li Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re ne şer û pevçûnan lê aştî û guftûgoyê esas bigirin. Stratejiya şer û tunekirinê dê tu xêrê negihîne tu derdoran. Em dibêjin ku aştiyeke birûmet dê bi her kesî bide qezenckirin. Divê ne polîtîkayên milîtarîst lê pêvajoya aştiyê û muzakereyan dest pê bike. Di vê çarçoveyê de jî divê tavilê tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan were rakirin û hevdîtin bên destpêkirin.”    Daxuyanî, bi dirûşmên “Kujer DAIŞ hevkar AKP”, "Bijî berxwedana gelê Kurd", "Bijî berxwedana Rojava"  û "Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” bi dawî bû.    AMED   Komîsyona Mafên Zarokan a Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Amedê jî têkildarî êrişan û binpêkirina mafê jiyanê yê zarokan daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hate gotin ku piştî bidawîbûna rejîma BAAS’ê, bi êrişên hinek welatên cîhanê û “hin komên çeteyan” li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê mafê jiyanê hatiye binpêkirin û piraniya van binpêkirinan jî li dijî zarokan hatine kirin.    Bi domdarî hat destnîşankirin ku di êrişên ser Eyn Îsa û Kobanê de piranî jê jin û zarok gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane. Bi domdarî hate gotin ku li gorî daneyên Konseya Ewlekariyê ya NY’ê, di navbera salên 2013-2018’an de ji ber şer û pevçûnan 3 hezar û 891 zarokan jiyana xwe ji det dane, 3 hezar û 448 birîndar bûne. Di berdewamê de rapora Tora Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SNHR) hate parvekirin û hat gotin ku di navbera salên 2011-2018’an de bi giştî mafê jiyanê yê 28 hezar û 226 zarokan hatiye binpêkirin.    Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Divê şer û pevçûn bên bidawîkirin. Texrîbata şerê demek berê hêj pir nû ye û bi êrişên nû re dê texrîbatên hîn mezintir bibin. Banga me ji bo hemû mekanîzmayên navneteweyî ew e ku ji bo bidawîkirina şer û pevçûnên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gavan biavêjin. Di çarçoveya Peymana Mafên Zarokan a NY’ê de ku Sûriyeyê jî îmze kiriye, divê pevçûnên li qadên jiyanê yên zarokan bên bidawîkirin û ji bo zarok mafên xwe bi kar bînin bikevin nava tevgerê.”    COLEMÊRG    Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê jî li dijî êrişan li navenda bajar daxuyanî da. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” hatin berzkirin. Hevserokê DEM Partiyê yê Colemêrgê Kadîr Şahîn di daxuyaniyê de got ku divê her kesên xwedî jiyaneke birûmet Rojava biparêzin û ev tişt anî ziman: “Şert û merc çawa dibin bila bibin divê her kes berteka xwe nîşanî êrişên ser Rojava bide.”    Piştî daxuyaniyê, partiyî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” heta pêşiya partiyê meşiyan.    GEVER   Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên navçeya Geverê jî daxuyanî dan. Beriya daxuyaniyê, gelek kes ji avahiya navçeyê heta navenda navçeyê bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e”, “Bijî berxwedana Rojava” meşiyan. Girseya ku gihişt navendê, li pêşiya navendeke kargehan daxuyanî da. Hevserokê DEM Partiyê yê Geverê Ercan Sevmez di daxuyaniyê de got ku armanca ji êrişan, tunekirina destkeftiyên gelê Kurd in.    Daxuyanî,  bi dirûşman bi dawî bû.    ÎDIR   Rêxistinên DBP û DEM Partiyê yên Îdirê û TJA’yê jî têkildarî êrişan li pêşiya avahiya DBP’ê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Na ji şer û dagirkeriyan re, aştî a niha” hate hilgirtin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn.    Endama TJA’yê Nazîfe Çarkli di daxuyaniyê de got ku rêxistinên cîhadîst ên hêzên emperyal berdane qadê ketine nava şerê îktîdarê û ev tişt anî ziman: “Hedefa van êrişan, tunekirina modêla jiyana demokratîk a Rojava û şoreşa jinê ye. Di serî de gelê Kurd û gelên Rojava, dê parastina me ya hemû gelan bidome.”    ŞIRNEX   Partiya Herêmên Demokratik (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Parti), li dijî êrişên komên cekdar ên giredayî Tirkiyeyê li ser Bakur û Rojhilatê Suriyeyê li ber avahiya DEM Parti ya Şirnexê daxuyanî dan. Endam û nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta ku li ser "Rojava rûmeta meye" hilgirtin. Girsê bê navber dirûşmeya, "Bijî berxwdana Rojava" berz kirin.   Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê Hevserokê DEM Partî yê Şirnexê Abdullah Güngen ve hat xwendin.  Abdullah Güngen anî ziman ku, piştî têkçûyina rejîma baas pêvajoyeke nû li Suriyeyê destpêkiriyê û got ku çareseriya pirsgirêkên Suriyeyê û rojhilatanavîn demokrasiyê. Abdullah Gungen bal kişand êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û axaftina xwe wiha domand: "Li gel tevî daxwaz û bangewaziyên çarenûsa demokratîk, di vê pêvajoyê de jî li dijî Rojava êrîş pêk tên. Bi taybet ji 27’ê Mijdarê vir ve li dijî Rojava konsepteke nû ya şer ketiye meriyetê. Em baş dizanin ku bi êrîşan modela Rojava hedef tê girtin. Di bingeha van êrîşan de jiyana demokratîk û azad a ku bi modela Rojava ketiye meriyetê cig digre. Her wiha, bi êrîşan ruhê têkoşîna enternasyonalîst hedef tê girtin. Li gel van armancan, sedema herî bingehîn a van êrîşan jî statuya Rojava ye. Lewre, Rojava Şoreşa gelan û nasanameya jinan e."