ROJEVA 12’Ê KANÛNA 2024’AN 2024-12-12 09:00:15   * Departmana Navneteweyî ya CTA Autónomayê Julián Aguirre diyar kir ku hedefa wan ew e ku mitîngeke azadiya Abdullah Ocalan armanc dike li Arjantînê li dar bixin.    * Endamê OHD’ê Lokman Şaman bal kişand ser “Mafê hêviyÊ” yê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got ku divê sepanên dermirovî yên li Îmraliyê bi dawî bibin.    * Gurbet Mete a ku di qedexeya Silopiyayê de kurê xwe yê 9 salî Mehmet Mete û kurê tiyê xwe Aydin Mete yê 16 salî û di qedexeya Cizîrê de jî birayê xwe yê 20 salî Şukru Coşkun winda kir, diyar kir ku 27 rojan destûr nehat dayin cenazeyê kurê xwe defin bike.    * Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ên li Wanê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan û gotin divê li dijî êrişan her kes bi berpirsyartiya xwe rabe.    * Pisporê Rojhilata Navîn Bereket Kar wiha got: “Kurd êdî di nava vê hevkêşeyê de ne. Heta li gorî min dê di koalîsyona hikûmetê ya navendî de bên temsîlkirin.”    * Endama Meclisa Jinan a Reqayê Xewla Îbrahîm Îsa diyar kir ku armanca dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê ew e ku projeya neteweya demokratîk têk bibin û got ku ew ê ji bo parastina pergala xwe têbikoşin.    * Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê biçin serdaa KESK û Partiya Saadetê. (11.00-14.30) ZINDÎ   * Êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê li gelek bajaran bên protestokirin. (11.30-19.00)    * Di çarçoveya Hefteya Mafên Mirovan de dê li Komeleya Jinan a Rosayê ya Amedê daxuyanî bê dayin. (12.00)