Omer Ocalan cara ewil hinek hûrgiliyên hevdîtina li Îmraliyê vegot 2024-12-12 14:27:36 ENQERE - Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re parve kir û wiha got: “Birêz Ocalan amade ye ku ji bo çareseriyê înîsiyatîfê li xwe bigire. Gelo dê rayedar zemîna vê amade bikin an na? Mesele li vir xitimî ye.”  Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan, di 23’yê Cotmehê de li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtin kir. Parlamenter Ocalan, cara ewil kitekitên hevdîtinê di Meclisê de vegot.    TIRKIYE BI ÇETEYÊN XWE ÊRIŞAN DIKE   Omer Ocalan, ji ewil bal kişand ser geşedanên li Sûriyeyê û got ku şer derbasî qonaxeke nû bûye. Omer Ocalan, wiha got: “Tirkiye ji bo kurdan dibêje bira lê bi destê DAIŞ û SMO’yê êrişî kurdan dike û rê li ber komkujiyan vedike.”    HINEK HÛRGILÎ CARA EWIL PARVE KIR   Omer Ocalan, cara ewil hinek kitekitên hevdîtina bi Abdullah Ocalan re eşkere kir. Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de ji Sûltan Sencer heta Melîkşah, ji Idrîsê Bedlisî heta Yavuz Sûltan Selîm, Sûltan Abdulhamîd û Mûstafa Kemal têkiliyên Kurd û Tirkan nirxandiye û ev tişt anî ziman: “Tifaqên Kurd-Tirkan nirxand û vegot bê ka Kurd û Tirk bi hev re çawa gihiştine vê qonaxê. Her wiha tifaq, têkilî û pirsgirêkên car bi car derketin jî bi eşkereyî nirxand. Pêşniyarên wî yên çareseriyê hebûn. Got; ‘Em dikarin vê pirsgirêkê bi rêyên guftûgoyê çareser bikin.’”    ABDULLAH OCALAN: GOTINÊN MIN KIŞANDIN CIHÊN CUDA    Omer Ocalan, bi domdarî got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de wiha gotiye: “Di esasê xwe de me dikariya vê pirsgirêkê di sala 2000’î de çareser bikin. Di sala 1999’an de jî min got ez ê xizmetê ji bo çareseriya meseleiya Kurd-Tirkan bikim. Min di sala 2000’î de got, niha jî dibêjim. Lê belê ev gotin kişandin aliyên cuda. Gotin; ‘Apo ji bo xwe xelas bike van gotinan dike.’ Hêj jî em li heman cihî ne, hêj li parlamentoyê ev meseleye tê nîqaşkirin. Sal bû 2024 lê hêj jî şer, neçareserî û pevçûn hene.”    ‘BI EŞKERKEYÎ GOT KU DÊ ÎNÎSIYATÎFÊ LI XWE BIGIRE’    Di berdewamê de Omer Ocalan anî ziman ku mirûzê Rêberê PKK’ê xweş bû, bihêz bû, haya wî baş ji rojevê hebû û bi eşkereyî got ku ew amade ye di mijara çareseriyê de înîsiyatîfê li xwe bigire. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Birêz Ocalan got; ‘Bêguman dema em di peyamên xwe de qala şert û mercan dikin, ez qala şert û mercên ji bo şexsê xwe nakim. Ez ji bo şert û mercên şexsî nabêjim; ez ji bo amadekirina zemîna çareseriyê dibêjim. Hinek rojnamegerên xwe weke ji ‘medyaya muxalîf’ nîşan didin gotinên manîpulatîf dikin. Hinekan jê qala welatên sêyemîn kirin, hinek qala welatên garantor û hinek jî li gorî xwe nirxandinên cuda dikin. Bêguman medyaya îktîdarê jî ji hêla xwe ve hewl da vê hevdîtinê berevajî bike lê meseleyeke cidî ye. Li pêşiya me pêvajoyeke dîrokî heye; em dikarin ji hêla erênî ve, ji hêla pozîtîf ve vê pêvajoyê veguherînin pêvajoyeke mezin a aştiyeke birûmet. Jixwe kesek naxwaze piştî wê bifikire.”    QALA KURDÊN HER ÇAR PARÇEYAN KIR    Omer Ocalan, wiha domand: “Bêguman li ser Xezeyê axivî, li ser Rojhilata Navîn û Îsraîlê axaftin hatin kirin. Derheqê kurdên li Iraq, Sûriye û Îranê nirxandin kir. Pêşniyarên wî pêşniyarên herî maqûl bûn. Hikûmeta tirk an jî rayedarên tirk gelo dê li ber vê meseleyê bên? Gelo dê zemîna vê amade bikin an na? Mesele hinek jî di vir de xitimî ye. Bêguman qala Rojava kir. Geşedanên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopîne. Çendek qenalên televîzyonê dişopîne û li rojeva xwe serwext e.”    ‘BI PLANÊN TESFIYEKIRINÊ ÇARESER NABE’   Omer Ocalan, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Qala Ermenan, Suryanan, Êzidiyan hate kirin. A rast qala tevahiya Rojhilata Navîn hate kirin. Hemû cudahî weke dewlemendî dihatin nirxandin. Binêrin, bi ser 23’yê Cotmehê re 50 roj derbas bûne. Bi ser hevdîtina berê re jî çar sal û nîv. Bi rêbaza tecrîdê, bi siyaset tesfiyekirinê ev çareserî pêk nayê. Jixwe windahiyên mezin çêbûn û hêj jî mirov jiyana xwe ji dest didin.”    ‘DÊ BI BIRYARÊN OCALAN RE BIN’    Omer Ocalan, axaftina xwe wiha qedand: “Gelê Kurd êdî baweriya xwe ya bi çareseriye bi rêyên demokratîk winda dike. Li rexekî dixwaze bawer bike li rexa din dema li Rojava dinêre, dibîne ku bombe li ser tên barandin. Sûîqest tên kirin û ev jî baweriya bi çareseriyê tune dike. Weke partî em dixwazin di demokrasiya vî welatî de rol bilîzin. Li ser medyayê çendek spekulasyon jî tên kirin. Em, di nava siyaset demokratîk û di çarçoveya destûra bingehîn de siyasetê dikin. Rêxistina wî jî got ku ew ê heta dawiyê bi biryarên birêz Ocalan re bin. Lê belê hinek derdor hewl didin rewşê tevlihev bikin.”