Şîna Nûra Kurt bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-12-12 16:11:42   RIHA - Tevî zext û astengkirinên polîsan jî şîna Nûra Kurt hate danîn û şîn bi girseyî hate ziyaretkirin.    Nûra Kurt (65) a ku di 4'ê Kanûnê de ji bo tedawiya gurçikên xwe ji Mexmûrê çûbû Almanyayê, li wir jiyana xwe ji dest da. Cenazey Nûra Kurt duh li Wêranşar a Rihayê di bin dorpêça polîsan de hatibû definkirin. Tevî astengkirinên polîsan jî ji bo Nûra Kurtê li Wêranşarê şîn hate danîn.    Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM), rêxistinên bajêr û navçeyan, Komeleya Alîkarî, Piştevanî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Xaka Qedîm Winda Kirin re (KATDER) û bi dehan kes çûn şîna Nûra Kurt.   Polîsan bi hinceta biryara “qedexeyê” hewl dan girseyê asteng bike. Lê girseyê li ber xwe da û çû serdana şînê. Piştî nimêjê, ji bo kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin.   Xizmê Nûra Kurt, Ahmet Kurt jî di dema sersaxiyê de pirsgirêkên ku di merasîma definkirina cenazeyê de derketin vegot û ev tişt anî ziman: “Weke her kesî me jî xwest em bi awayekî asayî cenazeyê xwe defin bikin. Destûr nedan. Bêhurmetî li cenazeyên me kirin.”   Hevserokê DEM Partiyê yê Rihayê Bekir Karakeçîlî jî sersaxî ji bo gelê Kurd xwest û got: “Bi salan e li ser gelê Kurd komkujî tên kirin. Li dijî van hemû polîtîkayan berxwedaneke mezin tê meşandin. Îro jî heman tişt li Rojava ji aliyê komên çete ve tê kirin. Pêşî bi Îmraliyê re hevdîtinek pêk hat û birêz Ocalan îradeya xwe ya çareseriyê nîşan da lê dewletê erka xwe pêk neanî û rijandina xwînê jî didome."   Piştî xwendina duayan girse ji mala şînê derket.   NÛRA KURT KÎ YE?   Nûra Kurt a jiyana xwe ji dest da, di sala 2007'an de tevî du keçên xwe tevlî nava refên PKK'ê bû. Nura Kurt a ku 2 sal şûnde ji ber pirsgirêkên tenduristiyê li Mexmûrê bi cih bû, di sala 2014’an de ji bo dermankirinê çû Elmanyayê. Nura Kurt a ku 10 sal bi teşhîsa nebesiya gurçikê dihat dermankirin, di 4'ê Kanûnê de jiyana xwe ji dest da.