Hat îdiakirin ku alîkariyên piştî şewatê hatin şandin hatine desteserkirin 2024-12-13 09:56:23   AMED - Fesîh Çelebîoglû ku di şewata 20’ê Hezîranê ya li gundê Tobinî yê navçeya Xana Axparê de 90 sewalên wî miribûn, diyar kir ku alîkariya ji bo malbata wî hatiye şandin ji hêla keyayê gund û kurên wî ve hatine desteserkirin û doz vekir.    Di 20’ê Hezîranê de li çolterên navçeya Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê de şewat derket û bandor li devereke bi qasî 55 hezar hektaran kir. Di şewatê de yek jê zarok 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran sewal mirin û zirar gihişt 20 hezar dekarên çandiniyê. Piştî şewatê şandeyeke kesên pispor hate avakirin û vê şandeyê rapora xwe ya têkildarî ziyanan amade kir. Midûriyeta Çandiniyê ya Navçeya Xana Axparê jî têkildarî sewalên mirin ên cotkarên gundê Tobinî yê Xana Axparê raporek amade kir.    Di şewatê de 30 bizin û 60 mîhên cotkarê bi navê Fesîh Çelebîoglû mirin. Li gorî agahiyan; Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê M.S.Ş., sewalên Fesîh Çelebîoglû yên di şewatê de mirin li ser navê xizmê xwe Omer Çelebîoglû nivîsand. Keyayê gund Huseyîn Çelebîoglû û kurên wî Abdurrahman û Omer Çelebîoglû, alîkariyên ji bo 90 sewalên Fesîh Çelebîoglû hatibûn şandin, nedan wî.    LÊPIRSÎNA DOZGERIYÊ DIDOME   Fesîh Çelebîoglû û zarokên wî, têkildarî mexdûriyeta xwe daxwazname dan Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê. Di daxwaznameyê de hate gotin ku 30 bizin û 60 mîhên wan di şewatê de mirine û ji ber ku guharkên wan nebûn, li ser navê Omer Çelebîoglû hatine qeydkirin û veterîner jî di nav de gelek kesan şahidiya vê kirine.    Çelebîoglû, derheqê keyayê gund û du kurên wî û Midûrê Çandiniyê yê Navçeyê M.S.Ş. de li dozgeriyê gilî kir.    2 SERLÊDAN JI BO CÎMER’Ê KIR    Heta niha tu bersiv ji bo serlêdana malbatê nehatiye dayin. Îcar jî malbatê di 9’ê Îlonê de serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Di serlêdanê de bûyer hate vegotin û giliyê keya û kesên din hate kirin. CÎMER’ê di 11’ê Cotmehê de bersiv da serlêdanê û got ku serlêdan ji hêla qeymeqamtiyê ve hatiye lêkolînkirin, windahiyên sewalan li gorî qeydên daneyên Pergala Agahiyan a Sewalan (HBS) hatiye kirin, li gorî girtekê tu xeletî xuya nakin, heke hebin bi belge û delîlan serlêdana bike û lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Xana Axparê ya têkildarî mijarê didome. Li ser vê yekê malbatê careke din serî li CÎMER’ê da.      Ramazan Çelebîoglû têkildarî mexdûrbûna xwe axivî.    ‘ME SEWAL BI DEYN KIRIBÛ’   Çelebîoglû, diyar kir ku ji ber Ceyna Qurbanê wan sewalên xwe bi deyn kiribûn û sewalên wî di 20’ê Hezîranê de mirine. Çelebîoglû, da zanîn ku beytar û veterîner piştî şewatê hatine gund û girtek amade kirine û wiha domand: “Beytar û veterînerê ji hêla wezaretê ve hatin şandin, bi sedema ku dosyeya (guharê) sewalan tune ye gotin; ‘Tiştek nabe ev ên xizmên we ne, sewalên xwe li ser navê wan bidin.’ Me jî sewal li ser navê keya û kurê wî nivîsand.”    SEWALÊN XWE LI SER NAVÊ KEYA NIVÎSAND    Bi domdarî Çelebîoglû anî ziman ku piştre gel alîkarî şandiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev alîkarî gihandin me. Lê alîkariyên dewletê şandin nedan me. Rapora ku dibêje 90 ajal mirine me da nivîsand. Me xwest zirara me bê pêşwazîkirin. Lê keyayî dest danî ser van alîkariyan. Keyayî ji me re got; ‘We heqê xwe girt. Em vê alîkariyê nadin we.’ Madem heqê me hatibe dayin, ez çima serî li derdorê didim. Ez ê çima serî li CÎMER’ê bidim.”    ‘675 HEZAR TL NEHATIN DAYIN’   Di berdewamê de Çelebîoglû got ku birayê wî û xizmekî wî çûne cem keyayî û wî jî gotiye “em ê heqê we bidin.” Çelebîoglû, wiha dom kir: “Lê Abdurrahman Çelebîoglû piştre heqê me neda. Dewletê zirara 90 sewalên me da. Ji bo 90 sewalan derdora 675 hezar TL da. Lê ji ber ku me sewal li ser navê kurê keyayî nivîsandiye, pereyê me nade. Dosyeya me û şahidên me hene. Di dema şewatê de walî, qeymeqam, parlamenter û her kes li hewşa me bû. Veterîner nêzî mehekê li pêşiya mala me û sewal tedawî kir. Heke yek kes jî bibêje ‘ev sewalên we nînin’, ez ê yekcarê tevekan jê bibim. Me gelek kes xistin navberê lê ev 6 meh in ev pirsgirêk çareser nebû. Gelo keya ji mohr û fermiyetbûna xwe bawer dike? Em naxwazin di navbera me de pirsgirêkek derkeve. Em dixwazin çareseriyeke were dîtin û alîkariya me were dayin.”    KEYAYÎ RED KIR   Têkildarî îdiayan em li keyayê gundê Tobiniyê Huseyîn Çelebîoglû geriyan. Keya Çelebîoglû jî îdia red kir. Keya Çelebîoglû qebûl kir ku sewal li ser navê kurê wî hatine nivîsandin û got ku ji wan re ji bo heqê serjêkirinê 290 hezar TL hatine şandin û ev jî li ser hesaba malbata Fesîh Çelebîoglû hatine şandin. Me jî pirsa “gelo dewletê ji bilî heqê serjêkirinê tu alîkarî daye we yan na?” kir û keya Çelebîoglû jî wiha bersiv da: “Dewletê, AFAD’ê yan Midûriyeta Çandiniyê? Kê alîkarî daye nizanim lê ya ku ez dizanim ji bo serê her sewalekê 5-6 hezar TL hatiye dayin.”    MA / Mujdat Can