Hunermend Pinar Aydinlar hate binçavkirin 2024-12-13 12:53:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Pinar Aydinlar bi hinceta gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” hate binçavkirin.    Hunermend Pinar Aydinlar ku di hevdîtineke li Stenbolê de gotina “Ne Tuncelî, ji bo me Dêrsim e” kir û wêneyê Seyîd Riza hilgirtin, hate binçavkirin. Hat zanîn ku Pinar Aydinlar di çarçoveya lêpirsîna “Pesindayina sûc û sûcdar” a Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê de hatiye binçavkirin.