Rapor: Lêgerîna tazî, sansur, cezayên disiplînê û taloqkirina tehliyeyan 2024-12-13 15:52:20 AMED - Li gorî rapora rêxistinên parastina mafan, li girtîgehên bakurê Kurdistanê lêgerîna tazî tê ferzkirin, cezayên disiplînê yên keyfî tên dayin û tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên taloqkirin. Hat gotin ku tevî rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên berdan.  Baroya Amedê, Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER), Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê rapora xwe ya têkildarî binpêkirinên li girtîgehên bakurê Kurdistanê eşkere kirin. Rapor, li pêşiya Kampusa Girtîgehan a Amedê bi beşdariya serokên saziyan, hevserok, endam û rêveberan hate eşkerekirin.    JI BER STRANA BI KURDÎ GEFA LÊPIRSÎNÊ HATE XWARIN   Rapor, ji hêla Sekreterê Komîsyona Şopandina Girtîgehan a Baroya Amedê parêzer Ahmet Guler ve hate xwendin. Guler, da zanîn ku di navbera mehên Mijdar û Kanûnê de çûne serdana girtîgehan û rapora wan li gorî çavdêriyên van serdanan hatiye amadekirin.    Di raporê de hate gotin ku li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên bi Ewlekariya Bilind ên Amedê, li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 3 yên bi Tîpa T ên Amedê û Girtîgeha Jinan a Amedê her tim zexta “poşmantiyê” li girtiyên demekî kin ji bo tehliyeya wan ma ye tê kirin. Di raporê de hat destnîşankirin ku li girtîgehên behsa xeberê sewqa girtiyan a ji bo nexweşxaneyê tê derengxistin û gefa “Heke hûn stranên bi kurdî bibêjin dê derheqê we de lêpirsîn were destpêkirin” hatiyar xwarin. Bi domdarî hat gotin ku li heman girtîgehan bi hinceta tevdîrên teserûfê de hejmara aktîvîteyan hatine kêmkirin, heke hejmara wan bes bike jî bi hinceta hejmara kêm nahêlin girtî derkevin çalakiyên sporê yên hevpar. Di raporê de hate gotin kul li girtîgehan destûr tenê ji bo çendek kanalên TV’yê tê dayin û alav û amûrên girtiyên berê li girtîgehê mabûn weke berhemên destê duyemîn difirotin girtiyan.    LI ERZÎNGANÊ TEHLIYE TÊN ASTENGKIRIN    Bi domdarî di raporê de hate diyarkirin ku li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind, Girtîgeha Tîpa L, Girtîgeha Tîpa T û Girtîgeha Jinan ên li Girtîgeha Kampusê yên Erzîngahê li gel ku dema înfazkirina cezayê ya gelek girtiyan xelas bûye jî bi hinceta “başhaliyê” tehliyeyên wan tên astengkirin. Di raporê de hate gotin kul sewqên girtiyan ên ji bo nexweşxaneyan demekî dirêj nayên kirin, dema sewq tên kirin jî muayeneya destkelemçekirî li girtiyan tê ferzkirin, dermanên tên nivîsandin pir dereng tên dayin. Hat destnîşankirin ku ji ber hincetên pir biçûk cezayên disiplînê didin girtiyan, bi hinceta van cezayan mafên telefon û nameyan ên girtiyan hatine qedexekirin, ji ber ku ev ceza pir caran tê dayin jî veguherîne tecrîdê. Di berdewamê de hate daxuyandin ku li Erzînganê xwarin xerab in, pir zêde lêgerînên odeyan tên kirin, di dema lêgerînê de alav û amûr tên belavkirin û mafên hobî û sihbetê yên girtiyan tên astengkirin.    LI GIRTÎGEHA ERZIROMÊ LÊGERÎNA TAZΠ   Di raporê de hat gotin ku di ketina Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Dumlu yên Erziromê û Girtîgeha Tîpa H a bi Ewlekariya Bilind de lêgerîna tazî tê ferzkirin. Hat gotin ku li girtîgehên Erziromê gelek girtiyên nexweş hene û sewqên wan ên nexweşxaneyan dereng tên kirin, bersiva daxwaza revîrê nayê dayin an jî tê vehêlandin. Hat destnîşankirin ku Lijneyên Îdare û Çavdêriyê dema nirxandina başhaliyê dikin li gorî krîterên ne objektîf tevdigerin û pirs û nirxandinên nehiqûqî dikin. Hat daxuyandin ku li van girtîgehan daxwaza girtiyan a sewqkirina cihên nêzî malbatên xwe bêyî hincetek were nîşandan tên redkirin, rêveberiya girtîgehê salekê hejmartina ser pêyan li girtîgehan ferz kir, ev demeke ev sepan hatiye bidawîkirin, nameyên girtiyan ji hêla komîsyona xwendinê ve bi keyfî tên sansurkirin û name nagihijin xwediyên wan.    GIRTIYÊN NEXWEŞ ÊN LI GIRTÎGEHA XARPÊTÊ NAYÊN TEHLIYEKIRIN    Têkildarî binpêkirinên li Girtîgehên Hejmar 1 û Hejmar 2 yên Xarpêtê, Girtîgeha Tîpa T a bi Ewlekariya Bilind û Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê jî hate gotin ku tevî rapora “Nikare di girtîgehê de bimîne” jî girtiyên nexweş nayên tehliyekirin; sewqên wan tên derengxistin, xebatkarên tenduristiyê guh nadin giliyên girtiyan û gotinên dijî rûmeta mirovahiyê li girtiyên siyasî tên kirin, dema di vê mijarê de gilî tên kirin jî tu encam jê nayên bidestxistin. Di raporê de hat gotin klu li girtîgeha Xarpêtê li gel ku di depoyan de hene jî nivînên ortopedîk nadin girtiyan, divê kesên sexbêra girtiyên nexweş û astengdar dikin di dema serşûştin û hwd. jê re bibin alîkar lê nabin alîkar. Hat destnîşankirin ku li van girtîgehan girtî ji ber xwarinê jehrî bûne, daxwaza çûna revîrê nayê qebûlkirin, ji ber ku girtiyekî rewş bi malbata xwe re parve kiriye derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin, qawîş gelek sar in, daxwaza zêdekirina germê bi hinceta tevdîrên teserûfê hatiye redkirin. Di raporê de hat bilêvkirin ku li girtîgehên Xarpêtê gelek caran bi li odeyan lêgerîn tên kirin, di dema lêgerînan de alav û amûrên girtiyan tên belavkirin, aktîvîteyên sporê nayên kirin, daxwazên ji bo qursan û hwd. nayên cîbicîkirin û daxwaza çalakiyên hevpar jî nehatine qebûlkirin.    LI GIRTÎGEHA MELETIYÊ ‘ŞÊWAZÊ LÊGERÎNA TAYBET’   Di raporê de hat ragihandin ku her çend girtiyên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Akçadagê ya Meletiyê cezayê ku li wan hatiyebirîn û cezayên xwe qedandine jî ji ber cezayê wan ên hucreyê heye înfaza wan şewitandine. Her wiha nameyên ku girtiyan ji derve şandine ji aliyê îdareya girtîgehê dereng hatine şandin û nameyên ku ji derve ji bo wan hatine jî bi derengî dane wan. Dîsa bi hinceta ku werger tuneye nameyên kurdî jî hatine sansurkirin. Di raporê de hat ragihandin ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T ya Akçadagê, hin personelên di bin navê ekîba "lêgerîna taybet" de li odeyan lêgerînên hûrgilî kirine û tacîz pêk anîne. Dîsa di dema lêgerînê de, lênûsk, ajanda û pirtûkên çîrokan ên girtiyan hatine desteserkirin. Girtiyên ku îtîrazî vê kiryara kêfî kirine jî derbarê wan de lêpirsîna dîsîplînê hatiye destpêkirin. Di raporê de tê ragihandin ku her çendî girtiyan li dijî vê rewşê serî li dadgeha înfazê dabin û îtîrazên wan ji aliyê dadgehê ve hatinin qebûlkirin jî, pirtûk, lênûsk û ajandayên wan li wan venegerandine. Di raporê de tê destnîşankirin ku kargeriyê xwestiye bi awayekî sînor ango bi hejmareke kêm girtî derkevin werzîşê, atolye û kursên ku ji aliyê kargeriyêve hatine destpêkirin. Her wiha di raborê de hatiye aşkerakirin ku amûrên li kantên tên firotin gelekî buha û xwarinên ji aliyê kargeriyê didin wan jî hem xirab e û hem jî nirxa wê gelekî kêm e.   Di raporê de ji bo rakirina binpêkirinên mafên mirovan ev pêşniyar û daxwaz hatin kirin.    “* Tecrîd û îzolasyona ku rêbazekî îşkenceyê ye divê demildest ji ser girtiyan bê rakirin:    *Ji bo mafê girtiyan ê xwe gihandina tenduristiyê bê misogerkirin, girîngî bidin xizmetên tenduristiyê yên pêşîlêgirtina nexweşiyê û ji bo kesên bi nexweş ji derfetên dermankirinê sûd werbigirin divê tedbîrên pêwîst bên girtin.    * Divê bi lezgînî girtiyên nexweş bên dermankirin û astengiyên qanûnî û yên din ên li pêşiya berdana hemû girtiyên nexweş bên rakirin, bi taybetî girtiyên nexweş ên giran ku ji ber nexweşiya xwe nikarin jiyana xwe di girtîgehê de bidomînin, bên rakirin.   * Divê girtî di wextên xwe de bên dermankirin,  divê sewqa wan a nexweşxaneyê neyê derengxistin û di zûtirîn demê de randevûyên nexweşxaneyan bên kirin.    * Divê demildest dest ji pêkanînên bêhiqûqî ên 'dest kelebçekirî' ku dema girtiyan dibin nexweşxaneyan û tên muayenekirin, bê berdan.   * Divê qanûn û polîtîkaya rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li gorî hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û bi taybetî jî mafên girtiyan were sererastkirin. * Divê li girtîgehan rêz ji mafên jiyana taybet re bê girtin û ji destwerdanên bi kêfî dûrbikevin. Divê li ser hev û bi kêvî ketûber li odeyên gitiyan pêk neyê. Di dema lêgerînê de odeyan de divê dest daneynin ser amûrên taybet ên girtiyan, alav û amûrên wan ji hev neyê belevkirin û dest daneynin ser pirtûkên ku biryara qedexe û berhevkirinê tune bin. Tiştên hatine desteserkirin di demeke pir kin deli girtiyan bên vegerandin.   * Di çarçoveya mafên girtiyan ên girtina agahî û danûstandina bi kesên din re, divê biryarên astengker ên rêveberiyê yên der barê weşanên wekî rojname, pirtûk û kovaran de derhal bên rakirin.    * Wekî pêwîstiya mafê daxwaznameyê û mafê agahdarkirinê, daxwazname û nameyên ku ji aliyê girtiyan ve hatine nivîsandin, radestî muxatabên xwe bên kirin.    * Divê demildest dev ji sansurkirina nameyên girtiyan bi taybetî jî nameyên kurdî bê berdan.    * Xwarinên ku li girtîgehan tên dayîn divê xwedî nirxa bilind be, girtiyan têr bike û mesrefa debara rojane ya diyarkirî bigire.    * Gihîştina ava paqij ji bo girtiyan pêwîstiya mafê tenduristiyê û mafê parastina hebûna xwe ya madî û manewî ye. Ji bo vê jî ji bo pêşî li qutbûna avê û nebûna ava germ li girtîgehan bê girtin divê tedbîr bên girtin.   * Divê berhemên li kantîna girtîgehê li gorî bihayên bazarê bên sererastkirin û cureyên berhemên li kantînê bên zêdekirin."