‘Erdnîgarî diguhere hûn bombebarankirina Rojava didomînin’ 2024-12-13 16:11:57 ENQERE – Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaş di têkildarî butçeya Wezareta Parastinê axivî û got, "Erdnîgarî diguhere, nexşe ji nû ve tên xêzkirin, lê hûn bombekirina Rojava didomînin." Li meclisa Tirkiyeyê nirxandinên têkildarî Pêşnûmeya Budçeya Hikûmeta Navendî ya 2025'an ku bi îmzeya Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan pêşkêşî meclîsê hat kirin, dewam dikin. Li meclîsê budçeya Wezareta Parastinê, Wezareta Ciwan û Sporê, Wezareta Çand û Tûrîzmê û saziyên girêdayî wê tê nîqaşkirin. ParlamenteraDem Partiyê ya Erzîromê Meral Daniş Beştaş der barê budçeya Wezareta Parastinê de axivî.   Meral Daniş Beştaş anî ziman ku di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin, dîrok ji nû ve tê nivîsandin, erdnîgarî diguhere û bal kişand ser butçeya Wezareta Parastinê. Meral Daniş Beştaş jî diyar kir ku wezaret xwe wekî ku nayê lêpirsînkirin dibîne.    ÊRÎŞÊN LI DIJÎ KURDAN   Meral Daniş Beştaş diyar kir ku Tirkiye li hemberî pevçûn û aloziyên li cîhanê polîtîkaya îdia dike ku ‘aştiyê’ dimeşîne û wiha axivî: "Mixabin Tirkiye di şerê bi kurdan re pevçûnan didomîne, li dijî agirbestê ye û îhtîmala çareserî û aştiyê red dike."   ‘KESÊN DOZA MAFÊ XWE DIKIN TERORÎST NÎN IN’   Meral Daniş Beştaş bal kişand ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dikin û wiha got: “Li Til Rifat, Mûnbic, Kobanê, Rojava bi giştî û nêzîkatiya li hemberî kurdan ti carî neguheriye. Ez vê jî bînim bîra we: Di sala 2014’an de Kobanê hate dorpêçkirin û hevserokên me yên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî ku banga pêşîgirtina li komkujiyê kiribûn, di doza komploya Kobanê de bi sedan sal ceza hatin birîn. Birêz wezîr; yên ku mafê xwe yê jiyanê diparêzin ne terorîst in, bi milyonan mirov terorîst nînin.” Beştaş da zanîn ku nabe ku kurdên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê wek terorîst bên binavkirin. Beştaş diyar kir ku bûtçeya ku ji bo parastinê hatiye veqetandin ji sedî 41 zêde bûye û lêçûnên vê bûtçeyê jî ji sifreya gel tên bicihanîn û nanê gel kêmtir  dikin.   Meral Daniş Beştaş anî ziman ku butçeya ku ji bo şer hatiye terxankirin bi mûçeya 13 mehan a 7 milyon karkeran e û got, "Dikaribû ji sedî 50 mûçe zêdekirina 500 hezar mamosteyan bihata dayîn. Em werin ser mijara xwe li aliyê din ê sînor Sûriye heye. Erdnîgarî diguhere, nexşe ji nû ve tên xêzkirin, lê hûn bombebarana Rojava didomînin. Ji bilî binavkirina mirovên li wir, bi milyonan welatiyan weke 'terorîst', pênase dikin. Gelek hevalên me ev gotin gotine, ez careke din bibêjim: Her bombeya ku hûn avêtin dilê me. Ew birayên me ne.”   Meral Daniş Beştaş axaftina xwe wiha domand: “Rastiya Şoreşa Rojava heye ku bi salan e li dijî DAIŞ'ê ya barbar têdikoşe û nîşanî me daye ku jiyaneke adil û wekhev pêkan e. Ez ji vir hêvî dikim ku ev modela ku ji hemû cîhanê re mînak e, li her derê pêk were û ez vê şoreşê ji dil û can silav dikim. Ez qala îhtîmala ku deriyê aştiyê ronî be. Bê şik ev îmkan pir mumkin e ku çareseriyek bê çek mumkin e. Em bi salan ji bo edalet û aştiyê têkoşiyan û em amade ne ku erka xwe pêk bînin.”