Pinar Aydinlar hat berdan 2024-12-14 18:34:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Hunermend Pinar Aydinar bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Hunermend Pnar Aydinlar ê ku di civîna li Stenbolê de got "Ne Tuncelî ye, ji bo me Dêrsim e" û wêneyê Seyît Riza vekir, duh hat binçavkirin. Pinar Aydinlar a ku di çarçoveya lêpirsîna "pesnê sûc û sûc" de hatibû binçavkirin, piştî îfadeya li dozgeriyê bi şertê kontrola edlî hat berdan.    Hate diyarkirin ku ji Pinar Aydinlar re derbarê parvekirinên wê yên medyaya dîjîtal de jî pirs hatiye kirin.