ROJEVA 15’Ê KANÛNA 2024’AN 2024-12-15 09:00:03   * Rojnameger Mansur Adali diyar kir ku heta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê naskirin dê pirsgirêk çareser nebin û wiha got: “Heke Sûriye bibe yek, divê Rêveberiya Xweser teqez di hemû pêvajoyan de cih bigire.”    * Medyaya alîgiriya îktîdarê dike piştî êrişên HTŞ’ê bi nûçeyên xwe şer sor dike û pirsgirêkan kûrtir dike. Akademîsyen Mûrat Buyukyilmaz got; “Weşangeriyeke pirsgirêka kurd kûr dike dikin, ev yek rast nîne.”    * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku armanca Tirkiyeyê ya ji êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew e ku destkeftiyên klurdan tune bike û pêşî lê bigire ku pergala li Rojava ketiye meriyetê li Rojhilata Navîn belav nebe.   * Parlamenterê DEM Partiyê Onur Duşunmez ku tev li nobeta ser sînor bûye, banga xwedîderketina Rojava kir.    * Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişloyê hatiye destpêkirin dê bidome.    * Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beşdarî lansmana Serokatiya Daîreya Xizmêtên Astengdar û Kalan a li Amedê bibe. (10.00)   * Platforma Saziyên Demokratîk dê deklarasyona “Çareseriya Demokratîk û Meşa Azadiyê” li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilatê eşkere bike. (11.30) ZINDÎ