Rojnameger Adali: Ji bo yekitiya Sûriyeyê divê Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire 2024-12-15 09:31:06 RIHA -  Rojnameger Mansur Adali diyar kir ku heta Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê neyê naskirin dê pirsgirêk çareser nebin û wiha got: “Heke Sûriye bibe yek, divê Rêveberiya Xweser teqez di hemû pêvajoyan de cih bigire.” Geşedanên li Sûriyeyê rû didin hêj jî yek ji rojevên sereke ye. Piştî êrişên Heyet Tehrîr Şamê (HTŞ), rejîma Baasê ya 61 salî hilweşiya û bi awayekî hemwext êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin destpêkirin û hêj didomin.    Rojnameger Mansur Adali geşedanên li herêmê nirxand. Adali, diyar kir ku pêvajoya nû dişibe geşedanên di pêvajoya Şerê Kendavê de û wiha got: “Şerên yekemîn û duyemîn ên cîhanê, şerên hikûmdariya cîhanê ya hêzên hegemon bûn. Ji sala 1990’an ve jî Şerê Sêyemîn ê Cîhanê tê kirin ku bi heman mebestê ye. Raundeke nû ya Şerê Kendavê yê di 2’yê Tebaxa 1990’an de jî dê were kirin. Jihevbelavkirina Sovyetan, komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, êrişa ser Quleyên Cêwî, mudaxileya DYA’yê ya li Iraqê, Bihara Ereban, Şoreşa Rojava, hikûmdariya DAIŞ’ê ya li herêmeke berfireh û hwd. hatin jiyîn. Bi saya bedelên mezin ên HSD’ê terora DAIŞ’ê hate bidawîkirin. Di şerê Îsraîl-Filistînê de gelek geşedan qewimîn. Di van 34 salan de gelek hemle û raûnd çêbûn. Ya niha jî yek ji wan raûnda ye.”    ‘HER KES BI BALDARÎ NÊZ DIBE’   Bi domdarî Adali anî ziman ku geşedanên dawî yên li Sûriyeyê yekser bandorê li şerê Rûsya-Ûkraynayê û Îranê dikin û wiha got: “Heke Rûsya û Îranê dev ji armanca xwe ya avakirina hegemonyayê ya li herêmê bernedabin, di pêvajoya pêş de piştî amadekariyan dê hewl bidin mudaxile bikin. Lê belê tu derdê van hêzan a ji bo avakirina pergaleke demokratîk a li Rojhilata Navîn tune ye. Her tim pergalên hatine ceribandin ferz dikin. Xetere heye ku projeya HTŞ’ê jî veguhere tiştekî wiha.  Lewma her kes bi baldarî nêz dibe û hewl dide fêm bike. Mirov mereq dike bê ka dê veguhere tiştekî çawa. Xuyaye ku dê dînamîkên navxweyî pêvajoyê diyar bikin.”    'BENDEWARIYA JI BO ÎSTÎQRARÊ SAFÎTÎ YE’   Di berdewamê de Asali gotina “Rejîma Baasê hilweşiya û her tişt qediya” safîtî ye û wiha got: “Tu rastiya vê li qadê nîne. Hêzên navneteweyî, li Rojhilata Navîn - Sûriye jî di nav de - tu caran nikarin wekî dixwazin hespê xwe baz bidin. Nikarin her tiştekî li dijî îradeya gelan bikin. Her tim berxwedanek çêbû û dê çêbibe. Heke ji hêla guherîna demokratîk ve gavên pratîk bên avêtin, heke têkildarî nasname û baweriyan temînatan bidin gelan, wê demê belkî hinek pêşketin çêbibin. Lê heke hikûmeta demkî ya heyî qanûnên şerîatê esas bigire, heke pratîkên weke polîsên exlaqê bixe meriyetê, wê demê dê ji bo gelean tiştek neguhere. Bendewariya ji bo îstîqrarê safîtî ye.”    TIFAQA KURD-EREBAN   Rojnameger Adali got ku di pêvajoyê de tê hedefkirin ku di navbera Kurd û Ereban de tifaqeke stratejîk were avakirin û ev tişt anî ziman: “Di esasê xwe de HSD, tevî pêkhateyên xwe pozîsyona xwe ya li herêmê diparêze. Di nava 35 salên dawî de hinek hikûmet tune bûn. Hêzeke bi fikrên Rêber Abdullah Ocalan hatiye gihandin heye. Ji sala 1978’an heta niha tevî şeran jî her tim xwe li ser pêyan girt û her ku diçe xurt dibe. HSD jî ji sala 2012’an ve li herêmê bi tifaqên xwe re li herêmê hêzekî xurt e. Li ser tifaqa Kurd-Ereban û komên biçûk êriş hene. Di nava Kurdan bi xwe de jî êriş hene. Di nava gelê Ereb bi xwe de jî êrişên wiha hene. Êrişên di demên dawî de li ser tifaqa Kurd-Ereban tên kirin, êrişên provakatîf in. Tifaqa stratejîk hebûna xwe diparêz e û hemû pêkhateyên di nava HSD’ê de di eniyên pêş de cih digirin. Her roj gelek şervanên Ereb şehîd dibin. Dewleta tirk bi zanebûn hewl dide îstîqrara herêmê xerab bike. Yên ku hewl didin rewşekî cuda bidin nîşan dan jî ew in. Armanca esasî jî şerê Kurd-Ereban e.”    'DINYA JI BO HSD’Ê DEYNDAR E’   Mansur Adali, destnîşan kir ku “Deynê wefayê yê dinyayê ji bo YPG û HSD’ê heye” û axaftina xwe wiha qedand: “Divê gelên cîhanê, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê ji bîr nekin. Hebûna DAIŞ’ê di demên dawî de zêde bû. Hewldanên Tirkiyeyê, DAIŞ zindî kir. Di nava SMO’yê de kesên sembolên DAIŞ’ê bi kar tînin di weşanên zindî de tên dayin. Mijara mereqê ye bê ka dê çi bi girtiyên DAIŞ’ê û kesên li Kampa Holê bibe. Kampa Holê mîna mombeyeke pîmê wê hatiye kişandin e. Dewleta tirk hewl dide xwe bigihîne vê kampê û wan berde her aliyê cîhanê. Divê DAIŞ’î li gorî normên hiqûqa navneteweyî bên darizandin. Ji bo vê jî divê Rêveberiya Xweser were naskirin. Hikûmeta Şamê ya nû divê Rêveberiya Xweser nas bike û neyê lîstika Tirkiyeyê. Divê ev pirsgirêk bi rêyên muzakere û guftûgoyê bên çareserkirin. Li herêmê trafîkeke dîplomasiyê ya zêde heye. Di hikûmeta demkî de ji Rêveberiya Xweser tu kes nîne. Heke di civînên navneteweyî de cih nedin Rêveberiya Xweser, ev yek dê rê li ber bêîstîqrariyê veke. Heke Sûriye bibe yek, divê teqez Rêveberiya Xweser di hemû pêvajoyan de cih bigire. Bi vê yekê pêkan e.”    MA / Emrullah Acar