Xelkê Minbicê li dijî komên paramîlîter greva giştî li dar xistin 2024-12-15 13:11:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Xelkê Minbicê li dijî kiryarên dewleta tirk û komên paramîlîter ên weke talan, dizî, kuştin û revandinan dest bi greva giştî kirin.  Bi dagirkirina Kantona Minbicê ya ji hêla dewleta tirk û komên wê yên paramîlîter ve li bajêr kiryarên talankirin, dizî, kuştinê û revandina jinan zêde bûne. Li gorî nûçeya ANHA’yê; di 14’ê Kanûnê de şêniyên bajêr ji bo protestokirina sûcên komên paramîlîter ên dewleta tirk (El Emşat û El Hemzatê) û revandina endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim û birayê wê, dest bi greva giştî kir.   Komên paramîlîter bi ser mala endama Heyva Sor a Kurd Melek Qasim de girt û ew û birayê wê girtin, piştî ku birayê wê berdan hate gotin ku Melek birine Efrînê da ku li wir bidarizînin.   Her wiha komên paramîlîter Xwaringeha Şahbender jî talan kirin, dema xwediyê xwaringehê Elî Cemal El Şêxanî hewl da li ber xwe bide, hate qetilkirin. Di heman demê de komên paramîlîter karwanê ku bo derxistina sivîlan roja şemiyê 14’ê Kanûnê bi hevkariya hêzên Koalîsyona Navneteweyî berê xwe dabû bajêr jî asteng kirin.