Ji PYD’ê banga ‘civîna neteweyî ya Sûriyeyê’ 2024-12-15 17:07:15 NAVENDA NÛÇEYAN - Hevserokatiya PYD’ê diyar kir ku li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê divê civîna neteweyî ya Sûriyeyê were lidarxistin.  Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) têkildarî daxuyaniyên dawî yên Heyet Tehrîr El Şamê yên der barê Kurdan de daxuyanî da. PYD’ê diyar kir ku beşdariya Kurdan a di vê qonaxa veguhêz de ji bo avakirina Sûriyeyeke nû gelekî girîng e.    Di daxuyaniyê de PYD’ê wiha got: “Me bi baldarî daxuyaniya fermandarê Heyet Tehrîr El Şamê Ehmed El Şerii yên der barê Kurd û doza Kurdî de şopand ku tê de got; ‘Kurd beşek ji welat û hevparên Sûriyeyê ne.’ Her wiha behsa girîngiya vegera koçberên Efrîna dagirkirî bo herêmên wan kir. Em wek PYD’ê van daxuyaniyan erênî û avakar dibînin.”   Bi domdarî hat diyarkirin ku Kurdan êş û azarên polîtîkaya înkar û biçûkxistinê ya rejîma Baasê kişandine û wiha berdewam kir: “Êdî dem hatiye ku Kurd bibin hevparê avakirina Sûriyeyê û mafên wan bên misogerkirin. Kurd di dema şoreşê de bûne egera ewlehiyê û hêza bingehîn a ku yekitiya axa Sûriyeyê û tevna civakî û çandî ya Sûriyeyê parastiye.   Beşdariya Kurdan a di vê qonaxa veguhêz de ji bo avakirina Sûriyeke nû girîng e. Ji bo pêkanîna vê yekê, pêwîste rasterast bi pêkhateya Kurd re diyalog bê kirin û nexşerêyeke hevbeş gotûbêj bikin. Em banga rawestandina şer li hemû herêmên Sûriyeyê dikin, her wiha banga rawestandina êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Ji bo vê, banga lidarxistina civîneke niştimanî ya Sûryeyê dikin ku hemû pêkhate tê de beşdar bin da ku rênameya karê hevbeş diyar bikin.”