EMEP: Parastina Rojava erka hemû kesî ye 2024-12-16 10:51:14 EDENE - Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Halîl Îmrek têkildarî geşedanên li Rojava axivî û got, "Her êrîşeke li dijî Rojava, darbeya li daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê ye. Divê hemû kes li Rojava ya ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê parastina gelan kir xwedî derkevin.”  Serokê Şaxa Halkevlerî ya Edeneyê Osman Erkut û Endamê MYK'ê yê EMEP'ê Halîl Îmrek têkildarî geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û êrîşên Tirkiyeyê nêrînên xwe anîn ziman. Osman Erkut diyar kir ku piştî hilweşîna rejîma BAAS’ê Tirkiye û girêdayî wê SMO’yê (Artêşa Millî ya Sûriyeyê) êrîşên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêde kirin û got ku hêzên emperyalîst bi armanca ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn Şam radestî rêxistinên cîhadîst kirin. Erkut da zanîn ku kiryarên HTŞ û rêxistinên cîhadî ne li gorî hiqûqa navneteweyî ne û got ku êrîşên van rêxistinan bi armanca ji nû ve teşekirina pêkhateya demografîk a li Sûriyeyê û avakirina civakeke bi kontrol e.     Erkût bal kişand ser êrîşên Tirkiye û komên paramîlîter yên li dijî herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de û wiha axivî: "Polîtikaya hikûmeta AKP-MHP'ê tu carî aştiyane nebû. Diyare ku Tirkiye naxwaze rêveberiya xweser a kurd li Sûriyeyê serbixwe be. Ji ber vê yekê ew dixwazin kurdan hem li malê hem jî li Sûriyê di bin kontrola xwe de bihêlin. Erka me mezinkirina têkoşîna li dijî emperyalîzm û faşîzmê û xwedîderketina li berxwedana gelê berxwedêr e. Xeteriya ku em pê re rû bi rû ne û fikarên gelê xwe dibînin. Li dijî vê gefê pêwîstî bi rêxistinbûn û seferberiyê heye."   ‘JINÛVE HERÊMÊ DÎZAYN DIKIN’     Endamê Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) ya EMEP’Ê Halîl Îmrek diyar kir ku hêzên emperyalîst  zêdetirî sed sal in ku ji bo dagirkirina herêmê tevliheviyan derdixin û bi pêşengiya DYA'yê herêmê ji nû ve dîzayn dikin û wiha axivî: “Di rewşa heyî de li Sûriyeyê yên serketî DYA, Îsraîl û hevalbendên wan û HTŞ'ê ne. Komên cîhadî yên wekî Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê ku bi desteka hikûmeta AKP'ê mezin bûye, ev pêkhateyên ku her yek ji wan şebekeya kuştinê ye, bûne sedema komkujiyan. Em van çeteyên ku berdewama hovên kujer El Qaîde û DAIŞ’ê baş nas dikin. Em van rêxistinên cîhadîst/selefî  di Komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê ya 10’ê Cotmehê de, Komkujiya Pirsûsê û mîtînga HDP’ê ya Amedê de xwîn rijandine, baş nas dikin.”   Halîl Îmrek di berdewama axaftina xwe de anî ziman ku geşedanên li Sûriyeyê diqewimin berdewama geşedanên Gaze û Lubnanê wiha pê de çû: “Li wir qetlîam dewam dikin. Hizbullaha Lubnanê derbeke giran xwar. Hêza xwe gelekî winda kiriye. Bi agirbestê Îsraîl vala derket. Şert û merc guncav bûn. Rûsya neçar hat hiştin ku li ser Ukraynayê bigihêje rêkeftinekê. Wisa dixuye ku gotine 'em mudaxeleyî Ukraynayê nekin û hûn jî mudaxeleyî Sûriyeyê nekin'. Rûsya ku di şerê Ukraynayê de xwe dijberî NATOyê dît, neçar ma ku beşeke girîng ji avakirina xwe ya leşkerî li Sûriyê vekişîne.”   Îmrek destnîşan kir ku Tirkiye bi tu avayî naxwaze kurd serkeftinan bi dest bixin û got, “Xema sereke ya emperyalîzma DYA ne parastina hebûn û mafên kurdan yên netewî ye; ji bo berjewendiyên xwe yên herêmî tevdigere.”   DIJMINATIYA TIRKIYEYÊ   Îmrek da zanîn ku piştî hilweşîna rejîma Esed dibe ku kurd li Rojava bibin xwedî statû û ev jî Tirkiyeyê aciz dike û ji ber vê êrîşê kurdan dikin. Îmrek gotinên wezîrê Karê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan ên dijberî rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bibîrxist û wiha got: “Ji ber ‘fobiya kurd’ a Tirkiyê, wisa xuya ye ku ew ê bi israr be ku bigihêje armanca “herêma tampon” a kûrahiya 30-40 kîlometreyî ku ji sînorê Îranê heta Behra Spî dirêj dibe.”   DÊ ALOZÎ DEWAM BIKIN   Îmrek anî ziman ku dê piştî serdestiya HTŞ’ê dê alozî dewam bikin û wiha got: “Bi rêveberiyeke ku navenda wê li derdora Golanî ye, eger aloziya di navbera kurd û elewiyan de berdewam bike û Sûriye bikeve rewşeke mîna Iraq û Lîbyayê, dê ne ecêb be. Kurdên Sûriyê ji bo Tirkiyê ne gef in. Bi gotineke din, li pişt hincetên ewlehiyê yên Tirkiyê, armanca tunekirina Rêveberiya Xweser a Kurd li Rojava heye. Statuya siyasî ya kurdan li Rojava ji bo Tirkiyeya ku îradeya siyasî ya ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bi rêbazên demokratîk-aştiyane li ser esasê mafên wekhev nîşan daye.”   ‘BILA HÊZÊN LEŞKERÎ JI SÛRIYEYÊ DERKEVIN’   Îmrek diyar kir ku HTŞ û SMO berdewama El Qadî, DAIŞ û El Nûsrayê ne û bi van rêxistinan re siyaseta hevpar meşandin derveyî aqilane ye û wiha got: “Hedefgirtina Rojava gefan ne tenê li gelê kurd, li paşeroja hemû gelên Sûriyeyê dixwe. Modela jiyana demokratîk a li Rojava hatiye avakirin hedef  tê girtin. Ji ber vê yekê li hemberî van êrîşan îro ji her demê bêhtir pêwîstî bi hevgirtin û parastineke xurt heye. Weke EMEP em van êrîşan şermezar dikin. Her êrîşeke li dijî Rojava, darbeya li daxwazên gel ên demokrasî û azadiyê ye. Divê hemû kes li Rojava ya ku li hemberî hovîtiya DAIŞ’ê parastina gelan kir xwedî derkevin.”   MA / Hamdullah Yagiz Kesen