Di doza Nîhat Kazanhan de dê qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin 2024-12-16 11:05:08 ŞIRNEX - Di doza Nîhat Kazanhan de ji bo polîsê bersûc biryara lêgerînê ya bi bûltena sor hatibû dayin û biryar hate dayin ku qeydên HTS’ê yên faîlî bên lêkolînkirin.  Di 14’ê Çileya sala 2015’an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ji hêla polîsê tîma taybet Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû qetilkirin. Danişîna doza faîl Goçmez ku ji nû ve tê darizandin, didome. Derheqê faîl Goçmez de bi bûltena sor biryara girtinê hatibû dayin lê tevî bi ser re 16 meh derbas bûne jî hêj nehatiye girtin. 10’emîn danişîna dozê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hate lidarxistin. Malbata Kazanhan û parêzerên wan di danişînê de amade bûn.    'FAÎLÎ BIGIRIN’   Bavê Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan got ku ew dixwazin polîsê kurê wî qetil kirî tavilê were girtin û ev tişt anî ziman: “Ez dixwazim kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin. Dema kurê min ji dibistanê vedigeriya hate qetilkirin. Ez dixwazim cezayê pêwîst li polîsê kurê min qetil kiriye were birîn. Tekane daxwaza min ew e ku cezayê pêwîst li kujerê kurê min were birîn.”    Dayika Kazanhan, Ayşe Kazanhan jî diyar kir ku bi sala ye di dozê de tu pêşketin tune ne û wiha got: “Bi ser re 10 sal derbas bûn lê hêj jî cezayê heq dike lê nehatiye birîn. Kurê min bêguneh bû. Hûn jî ji me re dibêjin ‘em ê wî bigirin’ lê hûn nagirin. Zarokên we jî hene, êşa min bibînin. Êşa min hêj jî nû ye. Heke ev kesê kurê min kuştî neyê dîtin dê ev êşa min zêdetir bibe.”    Parêzerê malbatê Osman Cîngoz jî xwest ku qeydên HTS’ê bên lêkolînkirin.    Dozgerî jî xwest ku biryara lêgerînê ya bi bûltena sor a derheqê bersûc de bidome.    DAXWAZA HTS’Ê HATE QEBÛLKIRIN   Şandeya dadgehê biryar da ku hejmarên telefonê yên li ser navê bersûc bên lêkolînkirin, qeydên HTS bazê bên lêkolînkirin û biryara lêgerînê ya bi bûltena sor jî bidome. Danişîna dozê taloqî 12’ê Sibata 2025’an hate kirin.