Nobeta li ser sînorê Qamişloyê bi stranên berxwedanê didome 2024-12-16 14:42:11 MÊRDÎN - Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin, di roja 4’emîn de didome.  Êrişên dewleta tirk û koma wê yên paramîlîter a SMO’yê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam in. Li dijî van êrişan, li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê çalakiya nobetê hate destpêkirin. Çalakî, di roja 4’an de berdewam dike. Welatiyên ku di danê sibehê de hatin cihên çalakiyê, nobeta xwe bi stranên berxwedanê û dirûşman didomînin. Li qada çalakiyê gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava" û "Jin jiyan azadî" olan dide. Her wiha çalakvanan pêşmalkên "Bijî berxwedana Rojava" li xwe kirine. Şandeyeke ji Êlihê hatî piştgirî da çalakvanan.    Parlamenterên DEM Partiyê George Aslan û Kamûran Tanhan jî li qada çalakiyê ne û tê payin ku di saetên pêş de daxuyanî were dayin.