Faîlên Taybet Înanê ev 9 sal in hêj nehatine girtin 2024-12-18 09:08:38 ŞIRNEX - Keça Taybet Înan a ku 7 rojan cenazeyê wê li kolanê hat hiştin Azîme Tunç diyar kir ku kefenê dayika xwe dirût û bedena xwe ya bêcan şûşt û got, "Min 12 caran dayika xwe maç kir. Min li şûna her zarokeke wê ramûsanek da." Bi ser qedexeya derketina derve ya ku di 14'ê Kanûna 2015'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê hatibû îlankirin re 9 sal derbas bûn. Qedexe 38 rojan û dorpêça li ser navçeyê jî 308 rojan berdewam kir. Li gorî rapora Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di navbera Tîrmeha 2015 û Cotmeha 2016’an de 68 kesên temenê wan di navbera 11 û 75’an de jiyana xwe ji dest dane. Zêdetirî 500 xanî jî hatin hilweşandin.    Yek ji kesên hatin qetilkirin jî Taybet Înan a 57 salî bû. Dayika Taybet a ku di roja 5'an a qedexeyan de dema ji mala cîrana xwe vedigeriya, ji aliyê tîmên taybet ve bi 10 guleyên hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hat hiştin. Dema ku tiyê wê Yûsûf Înan hewl da biçe alîkariyê, li hewşa mala xwe gule li wî jî tê reşandin û 20 saetan birîndar dimîne. Ji ber zêde çûna xwînê, jiyana xwe ji dest dide. Hevserê Dayika Taybet, Halît Înan jî dema dixwest cenaze bigire birîndar bû. Cenazeyê Dayika Taybet ku 7 rojan li kolanan hate hiştin, bû sembola hovîtiya li herêmê. Piştî 7 rojan destûr hat dayîn ku malbata cenaze werbigirin, tenê destûr ji kurek û birayeke wê re hate dayin ku beşdarî merasîma cenazeyê bibin.   Keça dayika Taybet Înan, Azîme Tunç di roja dawî de dema ku televîzyonê temaşe dike pê dihese ku diya wê hatiye qetilkirin. Azîme Tunç, ku yek ji zaroka dayika Taybete ku cenazeyê diya xwe dibîne û dişo ye. Azîme Tunç bi minesebata 9’emîn salvegera qetilkirina diya xwe, ji ajansa me re axivî.    DI TELEVÎZYONÊ DE AGAHIYA MIRINA DAYIKA XWE GIRT    Azîme Tunç, diyar kir ku wê mirina diya xwe bi ser televîzyonê bihîst û got ku wê nedizanî ku dê carekî mirina diya xwe wisa bizanibe. Azîme Tunç, wiha qala wan rojan kir: “Dema ku qedexeya derketina derve li Silopiyayê hatiye ragihandin ez li Şirnexê bûm. Piştî ku qedexeya derketina derve hate rakirin em hatin Silopiyayê. Me rewşa li vê derê bi rêya televîzyonê dişopand. Me digot,'tiştekî li sivîlan nakin' me ew hizir nedikir ku wê sivîl bên kuştin. Seat 2'yê şevê bû xew neket çavê min. Min li telefona xwe mêze kir û piştre jî ez li xwişka xwe geriyam. Min got heke ku bersiv bidin teqez tiştek bûye lê heke ku nerakin razane û tiştek tune ye. Ez li wan geriyam hişyar bûn û bersiv dan û min ji wan re got,'tiştek bûye?' Ji min re gotin,'tiştek tune ye.' Min got, ‘heke ku nebe hûn çima heta vê seatê hişyarin?' gotin,'dayê bi lingê xwe birîndar bûye lê baş e.' Piştre bû serê sibehê. Herkesekî dizanî ku diya min miriye lê kesekî ji min re nedigot. Piştre bi veşartî min li înternetê mêze kir û min dît ku diya min hatiye qetilkirin. Min nedikarî xwe bigihînim malbata xwe jî. Şarjê telefona wan nebû, ceyran nebû. Li Şirnexê şer bû, li vir şer bû, her derê şer bû. Min tu carî nedifikirî ku wê sivîlan jî bikujin. Cenazeyê diya min heft rojan kolanê de ma lê min nedizanî. Gotin birîndar bûye, lê negotin cenazeyê wê di kolanê de maye.”    KEFENÊ DIYA XWE DÛRÎ Û SERÊ WÊ ŞÛŞT   Azîme Tunç, anî ziman ku wê bi destê xwe diya xwe şûşt û kefen kir û bi lêv kir ku herî dawî wê diya xwe dît û wiha domand: “Piştî ku mirî min di televîzyonê de zanî ku cenazeyê wê 7 rojan li kolanê maye. Birîna diya min ne giran bû heke ku hêzên dewletê hiştiban û biriban nexweşxanê niha di nav me de bû. Ji ber ku zêde xwîn winda kir jiyana xwe ji dest da. Piştî ku cenazeyê diya min anîn Şirnexê, ez çûm min pêşwazî kir û min bi van destan kefen kir. Bi cenaze re tenê birayê min hat. Nehiştibûn ku kesek pê re bê. Hatina malbatê ya bi cenazeyî re jî qedexe kirin. Ez bi xwe jî li vir di bin dorbêçê de bûm. Lê min got ez ê biçim diya xwe pêşwazî bikim. Jinek hatibû ku cenazeyê diya min bişo. Wê jî nekarî bi tena serê xwe bişo. Min got, 'ez jî dê bêm bişom.' Parlamanentera vê derê xwe aciz kir û got, ‘bila keça wê neçe nebîne dê dîn bibe dê çawa serê diya xwe bişo?’ Min got,’na, keda diya min li ser me gelek e ez ê bişom.' Min ji diya xwe re got,'min nezanî ku tu dê bê xatirê xwe ji min bixwazî.' Min diya xwe maç kir. Min 12 caran maç kir. Ji bo her zarokekê wê maçek. Min 4 rojan nehişt ku devê min şil bibe. Min digot,'bêhna diya min ji devê min tê.' Min kefenê diya xwe bi destê xwe dûrî. Ev 9 sal ser re derbas bûn ez kengî ji vê kolana ku diya min hatiye qetilkirin derbas bibim ew roj tên bîra min. Birîna diya min hê di vê kolanê de zindî ye. Ji bo ku ez vê kolanê nebînim ez nayêm mala bavê xwe. Bi qasî ku ji destê min tê ez nayêm. Weke ku duh çêbûye dibim. Tu carî ji bîra me naçe û wê her tim birîna diya min li ber çavê me be. Min ew birînên wê dîtin."   'EM KUJERAN NAS DIKIN'   Azîme Tunç, da zanîn ku kujerên diya wê heta niha jî hesab nedane û axaftina xwe wiha qedand: “Tişta ku herî zêde çûye zora min ew kesên ku diya min kuştin bi wan destên xwe yên qirêj cenazeyê diya min rakirin anîn. Cenazeyê wê jî revandin û definkirin. Em dizanin ku kê diya min kuştiye em kujeran nas dikin. Lêbelê hesab nedan û niha jî di nav me de dijin. Piştî qetilkirina diya min jî gotin,'terorîst e.' Min çi nekiriye û ez di mala xwe de hatime kuştin. Çek di milê min de nîne û min tiştek jî nekiriye û ez dayikeke 60 salî me. Ez çawa dibim terorîst? Kujerên diya min jî hê ji derve ne û ev 9 sal ser re derbas bûn hê van kesan hesab nedaye û nehatine darizandin. Helbet mirovê ku mirov dike terorîst nepêkan e ku ji bo wî/wê mirovê edeletê pêk bîne. 12 zarokên diya min hebûn. Çawa dibe mirov dayikeke wiha qetil dike?”   MA / Zeynep Durgut