Hunermend li sînorê Qaişloyê daxuyanî dan: Em ê li hemberî êrişan rabin 2024-12-19 21:55:12 MÊRDÎN - Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişloyê ya li dijî êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin di roja 7’an de ye. Di çalakiyê de berxwedana Rojava hate silavkirin û banga yekîtiyê hate kirin. Nobeda ku li ser sînorê Qamişlo û Nisêbînê ya li dijî êrişên Tirkiyeyê û komên paramîlîter ên wekî SMO yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 7’an de didome. Bi sedan welatî ji bo bidawîkirina êrişan û qebûlkirina statuya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji saetên serê sibê ve hatin qadê, dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" berzkirin. Gel li qada nobetê bê navber dirûşme berz kirin û sirûdên berxwedanê gotin. Bi dehan hunermendên ji Mêrdîn, Amed, Êlih, Wan û navçeyên derdorê jî piştgirî dan çalakiyê.   Hunermendên ku bi erbaneyan û sirûda Herne Pêş ketin qadê, ji aliyê gel ve bi coş hatin pêşwazîkirin.   Şandeya Çewlig û Xarpetê bi pêşmalkên "Bijî berxwedana Rojava" û "Ji şer re na" li xwe kiribûn ketin qadê.   ‘DESTKETIYÊN KURDAN HEDEF DIGIRIN’   Hevserokê DEM Partî yê Çewlîgê Huseyîn Yoldaş diyar kir ku armanca bingehîn a êrişên li ser Rojava tinekirina destkeftiyên kurdan e û got: "Em bi salan e li dijî faşîzmê têdikoşin. Dixwazin destkeftiyên Kurdan tine bikin. Em ji Şêx Saîd û vir ve şer dikin, ji Seyîd Riza heta niha li ber xwe didin: Em ji vir bang dikin û dibêjin: Werin destê aştiyê bigirin. Em bang li gelê Başûrê Kurdistanê jî dikin ku destê xwe bidin xwîşk û birayên xwe û em bi hev re van destkeftiyan biparêzin."   Hevserokê DEM Partî yê Xarpêtê Alî Yildirim diyar kir ku ew ji bo aştiyê hatine gel hev û got: "Em dixwazin siberoja van xakên qedîm bi aştiyê ava bikin. Her kesên ku aştiyê diparêzin divê li dijî êrişan derkevin.”   BANGA HUNERMENDAN: XWEDÎ LI ŞOREŞA ROJAVA DERKEVIN   Li ser navê hunermendên MKM’ê Cesîm Başboga jî axivî û diyar kir ku ew ê li dijî êrişên li ser Rojava bisekinin û wiha got: “Em dibêjin; kîjan hêz çi dibe bila bibe, em ê li dijî kesên ku êrişî ser zimanê me, çanda me dikin rawestin. Werin em xwedî li Rojava derkevin û piştgiriyê bidin gelê Rojava.”   ‘HETA KU STATUYA ROJAVA BÊ NASKIRIN EM Ê LI VIR BIN’   Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin diyar kir ku dema li Kobanê şer destpê kir gelê kurd li her derê li ber xwe da û got: "Heta ku em statuya Rojava bi dest bixin em ê li vir, li ser sînor bin. Desthilatdar dibêje ti pirsgirêka wan bi Kurdan re nîne, çima hûn naxwazin Kurd bibin xwedî statu û jiyaneke nû ava bikin. Em ê careke din nahêlin Kurd di nava tarîtiya DAÎŞ'ê de bên hiştin.”   Bêrîtan Guneş Altin axaftina xwe wiha domand: ”Ji ber ku birêz Ocalan dibêje ku li vir rastiyek heye, rastiya van axan vedibêje, tê tecrîdkirin."   Çalakiya nobedê wê sibe jî bidome.