Xizmên windayan qetilkirina rojnamevanan şermezar kir 2024-12-21 15:52:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Li 4 bajaran xizmên windayan û endamên ÎHD’ê lêgerîna edaletê domandin. Di çalakiyan de qetilkirina rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn hate protestokirin.   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmên windayan çalakiya xwe ya vê hefteyê li Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê bi dirûşma "Bila winda bên dîtin û kiryar bên darizandin" berdewam kirin.    AMED   Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan bi dirûşmeya “bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin” di hefteya 828’an a çalakiya xwe de, car din li ber Bîrdariya Yaşam Haki ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê, hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de, çîroka Ihsan Haran hate xwendin ku 25’ê Kanûna 1994’an li Amedê polîsên Tirk ew ji înşaeta ku lê dixebitî, binçav kirin û piştre winda kirin.   Nûnerê ÎHD’ê yê herêmê Mehmet Tahir Saçakli yek ji damezrînerên ÎHD’ê Husnu Ondul ê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî. Saçakli diyar kir ku ji ber ku pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, şer didome û got: “Beriya 2 rojan di bombebarana balafira Tirkiyeyê de, 2 rojnamevan (Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn) hatin qetilkirin.”   Hevjîna Ihsan Haran, Nesîbe Haran ragihand ku 30 sal in ew bi ÎHD’ê re ji bo aqûbeta hevjînê xwe bizane, di lêgerînê de ye.   Endamê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Firat Akdenîz çîroka Ihsan Haran xwend.   ÊLIH   Li Êlihê endamên ÎHD’ê û xizmên windayan, di hefteya 664’an a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Cadeya Gulistan, hatin ba hev. Endamên Şaxa OHD’ê ya Êlihê, rêveberên Şaxa MEBYA-DER’ê, endamên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn.   Rêveberê Şaxa ÎHD’ê Huseyîn Elçî çîroka Taybet Înan xwend ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê hate qetilkirin û cenazeyê wê 7 rojan li kolanê hate hiştin.   COLEMÊRG   Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê û xizmên windayan, di hefteya 154’an a çalakiya xwe de, li Kolana Hunerê ya li navçeya Gever a Colemêrgê hatin ba hev. Di çalakiya vê hefteyê de hate xwestin ku kujerên Eyup Karabey û Mahir Karabey bên darizandin ku di sala 1995’an de li navçeya Çelê ya Colemêrgê hatin binçavkirin û piştre hatin qetilkirin.   Rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Colemêrgê Ozan Akbaş daxuyanî xwend.   Akbaş anî ziman ku Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn dema ku li Rojava karê xwe yê rojnamevaniyê dikirin, ji aliyê balafiran bêmirov ve hatin qetilkirin û xwest ku kujerên Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn bên darizandin.   ÎZMÎR   Endamên Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê çalakiya xwe ya “bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” ku du hefteyan carekê lidar dixin, li ber Sumerbank a berê ya li navçeya Konakê lidar xistin. Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Îsmaîl Bahçecî hate pirsîn ku 24’ê Kanûna 1994’an li Stenbolê hate binçavkirin û piştre hate windakirin.   Daxuyanî ji aliyê rêveberê Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê Ahmet Çîçek ve hate xwendin.