Li ser sînorê Qamişloyê bang kirin: Dê Rojava teqez bi ser keve HATE NÛKIRIN 2024-12-23 15:27:15 MÊRDÎN - Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Qamişloyê li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye destpêkirin de axivî û wiha got: “Rojava dê teqez bi ser keve.”  Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin, di roja 11’an de didome. Girseya ku di danê sibehê de hate gel hev, çalakiya xwe bi stranên berxwedanê û dirûşman domand.    Di daxuyaniya li cihê nobetê de ji ewil ji xizmên girtiyan Fettak Tekîn axivî û wiha got: “Em li vir careke din bang dikin; rêya dewlet tê de dimeşe şaş e. Têkiliyên xwe yên bi Kurdan re pêş bixin û aştiyê pêk bînin. Hakan Fîdan dibêje ‘xaka Sûriyeyê ya sûriyeyiyan e. Erê baş e ma ev xak ne ya Kurdan jî ye? Hûn, îradeya Kurdên jê re dibêjin ‘birayên me’ nas nakin. Kîjan Kurd birayên we ne. Em we hişyar dikin; rêya we rêya xelet e. Tecrîda li ser birêz Ocalan bi rakin û destên xwe li ser Kurdan bikşînin. Heke hûn vê pirsgirêkê çareser bikin dê ji bo cîhanê bibin mînak.”    'EM Ê JIYANA NÛ AVA BIKIN’   Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş Altin jî anî ziman ku ew ji bo gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi aramî bijîn nobetê digirin û wiha got: “Dengê gelê Kurd êdî sînor derbas kirine. Hûn dê nekarin bi dijminatiya li Kurdan tiştekî bi dest bixin. Tevî ewqas komkujiyan jî gelê Kurd heta niha ji têkoşîna xwe ya birûmet paşvegav neavêtiye. Dê ji vir û şûnde jî neavêje. Em ê li Rojava jiyaneke nû ava bikin. paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê li wir kete meriyetê. Lewma em nobetê digirin û dê her bigirin.”    Bêrîtan Guneş Altin, rojnamegerên hatin qetilkirin jî bi bîr anî û got: “Rojava teqez dê bi ser keve.”