Ji meteorolojiyê hişyariya barîn, cemed û aşûtê 2024-12-24 08:55:05 NAVENDA NÛÇEYAN - Meteorolojiyê ji bo gelek bajaran hişyariya barîna zêde, barîna berfê û ketina aşûtan kir.  Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê rapora xwe ya 24’ê Kanûnê eşkere kir. Li gorî raporê ji bilî Rihayê li seranserî bajarên bakurê Kurdistanê dê berf bibare. Li gorî texmîna midûriyetê dê li Herêma Serhedê gelek dever cemed bigirin û ji bo deverên bilind ên rojhilatê Serhedê jî hişyariya ketina aşûtan kir.    Li gorî raporê dê li bajarên Erzirom, Mûş, Bedlîs û Şirnexê û derdora wan berf bibare û li Serhedê şilope û berf bibare.    Midûriyeta meteorolojiyê ji ber cemedgirtina rêyan û ketina aşûtan, xelkê bakurê Kurdistanê hişyar kir û xwest tevdîrên xwe bigirin.