Li Girtîgeha Kirşehîrê cezayê 37 girtiyan hat erêkirin 2024-12-24 09:48:45 ENQERE – Li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê cezayê qedexeya hevdîtinê û cezayê hucreyê li 37 girtiyan hatibû birîn. Ev ceza, ji hêla Dadgeriya Înfazê ve hatin erêkirin. Girtiyan, têkildarî cezayan bi rêya parêzerên xwe pêvajoya îtîrazê dan destpêkirin. Cezayên dîsîplînê yên li 37 girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê bi hinceta bertekên li dijî şert û mercên girtîgehê û taloqkirina înfazê di navbera 19'ê Îlonê û 3'ê Cotmehê de hatin dayîn, sewqî dadgeha înfazê hat kirin. Rêveberiya girtîgehê ji bo her lêpirsîna cezayên îdarî ku ji 12 lêpirsînan pêk tê 2 meh qedexeya derketina derve birî. Li 32 girtiyan bi giştî 2 sal qedexeya hevdîtinê, ji 5 girtiyên din re jî 60 roj cezayê hucreya yek kesî hate birîn.   CEZA HATIN ERÊKIRIN   Dema ku Dadweriya Înfazê ev ceza erê kir, girtiyan bi rêya parêzerên xwe serî li Dadgeha Cezayê Giran a Kirşehîrê dan.   Li aliyê din, ji bo girtiyên ku bi telefonê bi kurdî axivîn ferzkirina “Hûn dikarin bi zimanekî nayê zanîn biaxivin” bi şertê ku daxwazname pêşkêşî wan bikin jî hat betalkirin. Hevserokê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê Omer Faruk Yazici diyar kir ku rêveberiya girtîgehê gotiye, "Pêdivî bi daxwaznameyê nîne, dibêjin em ê bi kurdî biaxivin û diaxivin jî."   ‘RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ Û DARAZ BI HEV RE TEVDIGERIN’   Yazici der barê mijarê de axivî û diyar kir ku ne pêkan e ji bo her roja çalakiya ku tê kirin cezayên cuda bên birîn û wiha axivî: “Lê belê her çendî dadgeriya înfazê vê dibîne jî weke notirvanan ceza dipejirîne. Dadger li dosyayên mijara gotinê jî nanêre. Rêveberî, dozgerî, Dadweriya Înfazê û Dadgehên Cezayê Giran bi hev re tevdigerin. Weke mekanîzmaya şopandinê û desthilatdariya darazê tevnagere. Weke rêxistineke ku ji aliyê heman hişmendiyê ve tê birêvebirin û bi hev re tevdigere, tê destgirtin. Ji ber vê yekê qanûn hatiye binpêkirin.”   MA / Omer Gungor