Partiyên Kurdistanî: Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye 2024-12-24 11:11:58 AMED - Partî û saziyên Kurdistanî yên li bakurê Kurdistanê, têkildarî êrişên dewleta tirk û komên paramîlîter ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Amedê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd, hêzên navneteweyî û dewleta tirk hate kirin û wiha hate gotin: “Gelê Kurd dê di vê sedsalê de bêstatû nejî. Statûya Rojava ji bo me di ser her tiştî re ye. Xwedî li statûya Rojava derkevin û rê li ber êrişên ser Rojava bigirin.”   Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP), Partiya Azadî,  Partiya Însan û Azadiyê (PÎA), Komeleya Kurd a Şoreşger û Demokrat (DDKD), Komeleya Şêx Seîd û Platforma Yekitiya Jinên Kurd têkildarî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, daxuyaniyeke hevpar didin. Daxuyanî li Cemiyeta Rojnamegeran a Başûrrojhilat tê dayin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Çîgdem Kiliçgun Uçar û nûnerên partî û saziyên din jî tev li bûn. Di daxuyaniyê de bi zaravayên Kurdî yên Kurmancî û Dimilî pankarta “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” hate hilgirtin.    Metna hevpar ji hêla endama Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) a DBP’ê Bêrîvan Helen Işik ve tê xwendin.    ‘STATÛKOYA LI SER ÎNKARÊ HATIYE AVAKIRIN PERÇE PERÇE DIBE’   Metna daxuyaniyê ya bi sernavê “Parastina Rojava pêkanîna yekitiya neteweyî ye” wiha ye:    “Li cîhanê û herêma me pêşketinên girîng ên siyasî pêk tên. Sînorên sed sal berê ji hêla hêzên serdest ve hatine xêzkirin û statûkoya hatiye avakirin îro bi lez diguhere. Wekî sed sal berê îro jî Kurdistan di navenda van pêşketin, guherîn û veguhrînan de cih digire. Statûkoya li ser înkara kurd û Kurdistanê hatî avakirin perçe perçe hildiweşe û rewşek polîtîk ya nû derdikeve holê. Ev rewş di serî de gelê Kurd ji bo hemû gel, bawerî û çandên herêmê derfeta destpêkeke nû dide. Hêvî ew e ku pergaleke hemû pêkhateyên vê axê bi nasname, reng, deng û mafên xwe, bi awayek wekhev bijîn, bê avakirin. Lê mixabin hişmendiya nijadperest û yekperest a dewletên herêmê di siyaseta red û înkarê de israr dike.    HILWEŞÎNA REJÎMA BAASÊ DERFETA AVAKIRINA PERGALEKE DEMOKRATÎK DIDE    Rejîma Sûriyeyê ku perçeyek pergala li ser înkara gelan hatibû avakirin, piştî şerê navxweyî yê 14 salan, di nav du hefteyan de hilweşiya. Bi hilweşîna rejîma Baasê re cardin derkete holê ku tu îktîdar û serweriyên li ser siyaseta red û înkara gel, bawerî û cudahiyan hatiye avakirin, nikare xwe li ser piyan bigire. Têkçûyîna rejîma Baasê û perçebûna statûkoya li ser hîmê red û înkarê ji bo avakirina pergalek wekhev û demokratîk derfetê dide. Divê li Sûriyeyê pergaleke hemû gel, bawerî, çand û cudahiyan digire nav xwe bê avakirin. Ji bo vê pêwistî heye demildest pêvajoyek siyasî bê destpêkirin û çarenûsa Sûriyeyê ji hêla hemû pêkhateyên Sûriyeyê yên wekî Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen, Durzî, Êzîdî, Elewî, Nûsayrî û Suniyan ve bê teşekirin.    DIVÊ HEMÛ HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ RÊZÊ JI ÎRADEYA GEL RE BIGIRIN    Ji bo Sûriyeyeke nû nabe ku ne hêzek hundirîn cardin desthilatdariya xwe li ser beşên din ava bike; ne jî hêzên derveyî polîtîkayên xwe bisepînin. Dubarekirina polîtîka û rêbazên nijadperest, yekparêz, red û înkarê dê kûrkirina şerrê heyî pêvetir tu encamê nede. Divê hemû hêzên navneteweyî û dewletên herêmî ji îradeya gel û pêkhateyên li Sûriyeyê dijîn re rêzdar bibin. Ji bo avabûna pergaleke demokratîk hewil bidin û alîkar bibin. Di vî milî de yek ji dewleta zêde berpirsyarî dikeve ser milê wê jî Tirkiye ye. Lê mixabin kirinên Tirkiyeyê yên çend hefteyên dawiyê dijberî berjewendiyên gelên Tirkiyeyê, gelên Sûriyeyê û hem jî gelên herêmê ne. Ji ber ku pirsgirêka xwe ya bi Kurdan re çareser nekiriye, Tirkiye hewil dide ku polîtîkaya xwe ya red û înkarê li tevahiya herêm û cîhanê belav bike.    TIRKIYE DIXWAZE TEVAHIYA ROJAVA DAGIR BIKE   Tirkiye ku 14 sale bênavber êrişî destkeftî û statûya rojavayê Kurdistanê dike, bi têkçûna rejîma Baasê re lez da êrişên xwe. Tirkiye dixwaze bi tevahî Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. Her çiqas bi destê komên çete bê kirin jî ev êriş bi biryar, organîze û alikariya Tirkiyeyê tên meşandin. Gelê Kurd baş dizane ku ev êriş û hewildanên dagirkirina Rojava encama polîtîkayên red û înkara gelê Kurd a sed salên dawiyê ye. Hişmendiya nijadperest a Tirkiyeyê li kû derê bibe bila bibe, naxwaze Kurd bibin xwedî statû û maf. Polîtîka û kirinên Tirkiyeyê ne li Tirkiyeyê û ne jî li Sûriye û Iraqê pirsgirêkên heyî çareser nake, dijminatiya di navbera gelan de kûr dike.    BANGA JI BO GELÊ KURD: ROJ ROJA XWEDÎDERKETINA LI STATÛYA ROJAVA YE   Di vê çarçoveyê de berî her tiştî banga me li gelê Kurd e. Statûkoya li ser tunebûna gelê Kurd hatî avakirin, îro diheje û hildiweşe. Li dijî hemû êrîşan jî gelên Rojava, Bakur Rojhilatê Sûriyeyê di pêşengiya jinan de modela jiyana wekhev afirandiye. Lê dewletên nijadperest û zayendperest dixwazin vê modelê têk bibin û bi rêbazên nû gelê Kurd bêstatû bihêlin û hebûna wî ji holê rakin. Êdî tehemûla gelê Kurd ji bêstatûbûnê re nemaye. Koalîsoyana dewletên li dijî statûya gelê Kurd hilweşiyaye. Îro herî zêde Tirkiye û hevalbendên wê li dijî statû û mafên gelê Kurd derdikeve. Ji bo wê em sedsalek din bêstatû derbas nakin. Statûya rojavayê Kurdistanê ji bo me di ser her tiştî re ye. Roj roja xwedî derketina li Rojava û statûya vê perçeya Kurdistanê ye. Ji bo vê em bang li hemû gelê Kurd û pêkhateyên wî yên siyasiye ku bi hemû derfetên xwe ji bo misogerkirina statûya rojava bibin yek û hewil bidin.    BANG LI RAYA GIŞTÎ YA NAVNETEWEYÎ KIRIN   Banga me ya duyemîn ji bo raya giştî ya navneteweyî ye. Îro sedemek bingehîn a kaosa Rojhilata Navîn, perçekirina Kurdistanê û bêstatûhiştina gelê Kurd e. Ligel hemû polîtîkayên tunekirin, êriş û komkujiyan jî gelê Kurd îro wekî hêza îstiqrar û demokrasiyê ya herî bingehîn e. Ji bo vehisîna kaosa Rojhilata Navîn divê mafên gelê Kurd bên naskirin. Ji bo vê em wekî partî, sazî û dezgehên Kurdan bang li raya giştî ya navneweteyî dikin ku piştgiriyê bidin rojavayê Kurdistanê û statûya gelê Kurd a li vir nas bikin û piştgirî bidin. Ev berpirsyariyeke mirovî, exlaqî û wijdanî ye.    DIVÊ TIRKIYE ÊRIŞÎ STATÛ Û DESTKEFTIYÊN GELÊ KURD NEKE   Banga me ya dawiyê jî ji bo gel û desthilatdariya Tirkiyeyê ye. Statû û mafên gelê Kurd,  kêm û qels nekin. Hebûna gelê Kurd hêmaneke zirarê dide gelê tirk nîne. Bi rastî jî ku behsa biratiya hezar salan bê kirin, divê îro Tirkiye êrişî destkeftî û statûya gelê Kurd a li Rojava neke, berovajî vê divê têkilî pêre deyne û piştgirî bide.   Bi vê boneyê em dibêjin roj roja parastina statûya Rojava ye. Werin em bi hev re Rojava biparêzin."