Nobeta li ser sînorê Kobanê: Em jiyaneke bêstatû qebûl nakin 2024-12-25 15:13:43 RIHA - Di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Pirsûs-Kobanê de hate gotin ku dê gelê Kurd êdî jiyaneke bêstatû qebûl neke. Çalakiya nobetê ya li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê hatiye destpêkirin, di roja 3’yan de didome. Çalakî, bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Parlamenterterê DEM Partiyê yê Rihayê Ferît Şenyaşar û gelek partiyî, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Girse, li ser rêya di navbera Pirsûs û Kobanê de hate gel hev û heta demekî dirêj li ser stranên Kurdî govend gerand. Piştre jî daxuyanî hate dayin û pankarta "Rojava rûmeta me ye” û dovîzên “Rojava xeta me ya sor e” û “Bijî berwxedana Rojava” hatin hilgirtin.    ‘EWLHIYA ROJAVA EWLHEIYA ME YE’    Aktivîsta TJA’yê Adle Fîdan axivî û got: “Ewlehiya Rojava ewlehiya me ye. Ewlehiya siberoja Rojava, zarok û jinên Rojava ewlehiya me tevan e. Ji ber vê yekê divê tu kes pêşiya me negire. Çend roj berê du hevalên me yên rojnamevan hatin kuştin. Em li vir Nazim û Cîhanê bi rêzdarî bibîr tînin. Bi qetilkirina rojnamegeran re heqîqet û rastiya li Rojava tê veşardin û komkujiya sivîlan vedişêrin. Me di 2014’an de ev hov baş nas kirin. Em wê rojê jî li dijî van êrişên hovane rawestiyan, em ê îro jî sekna xwe ya li dijî van êrişan berdewam bikin. Kesên îro êrişî Rojava dikin, dixwazin destkeftiyên gelan ji destê wan bigirin. Bila her kes baş zanibin ku di Şerê 3’yemîn ê Cîhanê de tu hêz nikare Kurdan li Rojhilata Navîn bêstatu bihêle. Em ê bi her awayî li dijî şerê qirêj û vê hovîtiyê rawestin. Em ê her dem berxwedana xwe berdewam bikin. Em jin û hemû gelê Kurd êdî jiyaneke bêyî Rêberê Azad û bê statû qebûl nakin. Rojava berî her tiştî nirxê hebûna jinê ye. Em ê heta dawî li vî nirxên jinê xwedî derkevin. Em li vir bang li hemû saziyan dikin ku li vî nirxî xwedî derkevin. Em li vir ji bo parastina nirxên xwe xwe bikin yek û têkoşîna xwe berdewam bikin.”     Hevserokê DEM Partiyê yê Semsûrê Huseyîn Coşkun jî wiha got: “Geşedanên ku li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêş dikevin di serî de hemû kesên aştî, wekhevî û demokrasiyê dixwaze dixe nava fikaran. Em dizanin di bingeha van êrişan de destkeftiyên Kurdan hene. Em wekî gelê Semsûrê li vir silavên xwe ji gelê Rojava re dişînin. Em wekî rêxistina DEM Partiyê ya Semsûrê ji bo em piştevaniya xwe bi gelê Rojava re parve bikin em hatin nobeta sînorê Pirsûs û Kobanê. Em têkoşîna wan a mezin silav dikin.”   Hevserokê DEM Partiyê yê Bismil a Amedê Mûstafa Kurt jî li dijî êrişan banga “yekitiyê” kir û ev tişt anî ziman: “Niha bi destê çeteyan êrişek tê kirin. Em van êrişên ser gelê Rojava qebûl nakin.”    Parlamenter Ferît Şenyaşar jî anî ziman ku gelê Pirsûs û Kobanê dost û xizmên hev in û wiha domand: “Em êrişên rêxistina terorê ya DAIŞ’ê yên li ser Rojava qebûl nakin. Em li vir careke din hevalên xwe yên rojnameger Nazim û Cîhanê yên bi SÎHA’yan hatin qetilkirin bi bîr tînin. Em vê zîhniyeta komkujer şermezar dikin. Heta ku ev êriş hebin em ê bêdeng nemînin. Ji ber ku bêdengî li dijî rûmeta mirovahiyê ye. Gelê Rojava bi têkoşîna xwe ya li dijî DAIŞ’ê hat naskirin. Gelê Rojava ji bo Tirkiyeyê gef nîne. Em ê her tim piştgiriyê bidin wan.”    Daxuyanî bi dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” bi dawî bû.