MKG û DFG hatin ziyaretkirin 2024-12-25 16:10:12   WAN - DEM Partî, DBP, TUHAY-DER û MEBYA-DER li dijî zextên ser rojnamegeran li Wanê ji bo piştevaniyê çûn serdana MKG û DFG’ê.    Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatibûn qetilkirin û gelek rojnamegerên ev komkujî şermezar kirin jî hatibûn binçavkirin û girtin. Rêxistinên DEM Partî û DEM Partiyê yên Wanê, TUHAY-DER û MEBYA-DER, ji bo piştevaniyê çûn serdana Nûnertiya MKG û DFG’ê ya Wanê.    Hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî di serdanê de sersaxî ji bo gelê Kurd û Çapemeniya Azad xwest. Dîlekçî, wiha got: “Çapemeniya Azad di her şert û mercan de têdikoşe. Sedema esasî ya zextan ew e ku Çapemeniya Azad rastiyan digihîne gel. Naxwazin gel bi rastiyan bizanin. Çapemeniya Azad di dîroka xwe de her tim berxwedaneke mezin raber kir. Hevalên me Nazim û Cîhanê her tiştê bi serê Kurdan dihat bi cîhanê re parve kirin. Lewma hatin qetilkirin. Em her tim bi we re ne û hûn ê tu caran bi tenê nemînin.”    'XWESTIN HEQÎQETÊ BIKUJIN’   Nûnerê DFG’ê yê Wanê Adnan Bîlen jî wiha got: “Cîhan û Nazim bi sala ye her tiştên li Rojava diqewimin bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin. Xwestin heqîqetê bikujin. Ji ber ku naxwazin tu agahiyên rast ji wir bên parvekirin. Her du hevalên me beriya bên qetilkirin, hedef hatin nîşandan. Hema hema mudaxileyî hemû daxuyaniyên me yên piştî qetilkirina hevalên me kirin. Îktîdar jî baş dizane ku li wir sûc kiriye. Çi dibe bila bibe em ê li ser şopa hevalên xwe bin. Çi bibe jî Çapemeniya Azad dê her li ser pêyan be û zindî be. Dema rojname hatin bombekirin, dema Apê Mûsa qetil kirin, dema hevalên me li kolanan dihatin qetilkirin, Çapemeniya Azad paşvegav neavêt û dê li dijî van zext û gefan jî paşvegavê neavêje.”    Hevseroka MEBYA-DER’ê Hanim Kaya jî wiha got: “Çapemeniya Azad ê bêdeng nebe û dê her heqîqetê binivîse. Her du hevalên me heqîqeta li wir bi raya giştî ya cîhanê re parve kirin. Xwesetin heqîqetê bifetisînin lê dê bi ser nekevin. Çapemeniya Azad dê li ser şopa heqîqeta wan be.”