Hat girtin, 2 zarokên xwe winda kir, zarokek wî girtî ye, ew di çalakiyê de ye 2024-12-26 09:18:13 MÊRDÎN - Fettah Tekîn ê ku 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê ya kurd de winda kirine û zarokek wî di girtîgehê de ye, ji roja destpêkê ve cihê xwe di çalakiya nobedê ya li sînorê Nisêbîn-Qamişlo de girtiye. Tekîn ê ku rengê çalakiyê ye got: “Ez hêza xwe ji hezkirina welatê xwe digirim. An em ê li ser vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin."  Çalakiya nobedê ya li ser sînorê Qamişlo ya li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê ya li dijî êrişên artêşa tirk û ASN a girêdayî wê yên li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di roja 14’an de didome. Ji bajar û navçeyên derdorê gelek kes her roj piştgiriyê didin çalakiya nobedê. Yek ji kesên herî balkêş ê çalakiyê Fettah Tekîn ê 59 salî ye ku ji roja destpêkê ve bi hevjîna xwe Gurbet Tekînê re beşdarî çalakiyê dibe.   HAT GIRTIN, 2 ZAROKÊN WÎ JIYANA XWE JI DEST DAN, YEK JÊ GIRTÎ YE Û EW JÎ DI ÇALAKIYÊ DE YE   Tekîn ê ku her roj saet di navbera 12.00-16.00'an de ji navçeya Artûklûyê tevlî çalakiyê dibe, bi dirûşmeyên ku diqîre û govenda dide gerandin remgekî cuda li çalakiyê bar dike. Tekîn, 2 zarokên xwe di têkoşîna azadiyê de winda kirine û kurek wî jî di girtîgehê de ye. Tekîn bixwe, hevjîn, keç, 2 neviyên wî û zarokek wî di dîrokên cuda de hatine girtin û serbest hatine berdan. Tekîn di her firsendê de û li her qada ku lê ye daxilî nava têkoşînê dibe. Niha jî beşdarî çalakiya li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bûye ku piştî ku Tirkiye û QSD’ê êrişî herêmên di bin serweriya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de kirin hat destpêkirin.   ‘JI BO JIYANEKE AZAD'   Fettah Tekîn diyar kir ku di 14 saliya xwe de têkoşîna azadiyê ya gelê kurd nas kiriye û got ku bi salan e ew û malbata xwe bênavber di nava têkoşînê de ne. Tekîn got: “Em di nava lêgerîna azadiyê de ne. Kêmasiyên kal û bavên me hebûn, lê em ê van kêmasiyan wekî mîrate ji zarokên xwe re nehêlin. Ji ber vê jî heta ji destê me tê em ê ji bo vê dozê têbikoşin. Em di zindanan de man, li sirgûnê jiyan, lê em hîn li vir in û têkoşîna xwe didomînin. Zarokek min niha di girtîgehê de ye. Ji sala 1992’yan heta niha 3 caran hatim girtin. Ji bilî hevjîna min û kurê min, keça min û du zarokên wê 2 sal û nîvan di girtîgehê de man. Wekî gelê kurd em ji bo azadiyê têdikoşin. Me mafê kesî desteser nekiriye. Em tenê mafên xwe dixwazin. Têkoşîna me jî wekî gelên cîhanê li xaka xwe jiyaneke azad e. Lê kî dijminatiya gelê kurd bike, Tirkiye li kêleka wan e û hevkariyê dike."   ‘ÊRIŞ LI DIJÎ MODÊLA JIYANÊ NE'   Tekîn diyar kir ku bi taybet ji bo Rojavayê û bi giştî ji bo azadiya hemû kurdan têdikoşin û got ku ew ê heta dawiyê vê têkoşînê bidomînin. Tekîn diyar kir ku şerê li Rojavayê li dijî modela jiyanê ya li wir hatiye avakirin bi xwe ye û got: “Hemû gelan li wir jiyana bi hev re ava kirin û modelek mînak danîn. Ev model ne li gorî berjewendiyên dewletên kapîtalîst e. Ji ber vê yekê îro piştgirî didin Tirkiyeyê. Bêdengiya dewletên navneteweyî ya li pêşberî êriş û qetlîamên îro yên li hemberî Rojavayê, ji ber modela ku hatiye avakirin e. Bangan dikin û dibêjin 'Sûriye ya Sûriyeyê ye'. Kurd jî li Sûriyê dijîn. Navê herêma ku lê dijîn Rojava ye û gelên li wir dijîn axa wan e. Bav û kalên wan li wir jiyane û ew ê jî li wir bijîn. Modela li Rojavayê modelek e ku birêz Abdullah Ocalan afirandiye û pêşkêşî gel kiriye. Dewletên navneteweyî, nivîskar û rewşenbîr li ser vê modela jiyanê lêkolînan dikin. Ev model ji bo hemû mirovahiyê pir girîng e. Tirkiye û hin dewlet nikarin vê modelê tehemûl bikin. Ji bo vê jî êrişî kurdan dikin. Gelê kurd bi biryar, xwedî îrade ye û wê heta dawiyê li ber xwe bide û bi ser bikeve."   Tekîn got: “Ez dibim deng û rengê hevalên li vir. Ez li vir moralê hevalan geş dikim. Dema gelê me yê Rojavayê moralê me dibîne, moralê wan jî geş dibe. Her roj ez ji malê derdikevim û têm qada nobedê. Ez hêzê didim hevalên li vir."   ‘ROJ ROJA YEKITIYÊ YE'   Tekîn bal kişand ser girîngiya yekîtiya kurdan û wiha got: “Divê em yekîtiya xwe pêk bînin. Ger kurd di nava xwe de nebin yek, pirsgirêka kurd çareser nabe. Ger em dixwazin bibin xwedî statu, divê pêşî em bibin yek. Dijminê bav û kalên me nabe dostê me. Îro roja yekîtiyê ye. Em hesabên biçûk bidin aliyekî û azadiya gelê xwe bi dest bixin. Ger gelê me ji Efrîn û Serêkaniyê derkeve wê bi ku ve biçe? Cihekî me yê din tune ku em biçinê. Em ê hemû li cihê ku lê ne li ber xwe bidin û ji niha û pê ve em ê tu bajar û gundên xwe vala nekin. Em ê li vê xakê bimirin an jî em ê azad bibin. Ez ê heta dawiyê rengê xwe li vê çalakiyê zêde bikim. Her kes dipirse 'ev hêz û ev deng ji ku tê?' Ez vê hêzê ji evîna ax û welat distînim. Ev evîn, tenê bi wan kesan re ye ku bi hesreta welatê xwe ne."   MA / Omer Erdogan