Biryara girtina GOÇÎZDER’ê hate protestokirin 2024-12-26 15:19:54 STENBOL - Endam û rêveberên GOÇÎZDER’ê bertek nîşanî biryara girtina komeleya wan dan û gotin: “Ev biryar, biryareke siyasî ye û derbeyeke li dijî têkoşîna lêgerîna maf e.”  Biryara girtina Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) hate protestokirin. Li avahiya komeleyê daxuyanî hate dayin û nûnerên Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî piştgirî dan. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Komeleyê Kamîle Kandal ve hate xwendin.    Kamîle Kandal, anî ziman ku biryara girtinê ya ji bo komeleya wan biryareke dij-demokratîk e û wiha got: “Ev biryar, li dijî têkoşîna lêgerîna maf derbeyeke. Bi girtina komeleya me re nîşan dan bê ka çawa nêzî mafên koçber û penaberan dibin. Biryar girtinê ne biryareke hiqûqî, biryareke siyasî ye.”    JI BER DOZA BIRYARA BERAETÊ HATIBÛ DAYIN BIRYARA GIRTINÊ DAN    Kamîle Kandal, da zanîn ku rêveberên komeleyê di dozên xwe de beraet kirine lê bi heman îdiayan komeleya wan hatiye girtin. Kamîle Kandal, got ku dê li dijî biryarê îtîraz bikin. Kamîle Kandal, got: “Tevî hemû zextan û girtinan jî em ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên koçber û penaberan bidomînin.”    ‘EM Ê PÊVAJOYÊ BIŞOPÎNIN’   Nûnerê TÎHV’ê yê Stenbolê Umît Efe jî got ku ew pêvajoya GOÇÎZDER’Ê dişopînin û dê têkoşîna mafên mirovan tevî zextan jî bidome. Hevserokê Giştî yê OHD’ê Serhat Çakmak jî bal kişand ser rewşa nebaş a koçber û penaberan û bertek nîşanî biryara girtina GOÇÎZDER’ê da.