Îranê îsal 883 kes bi dar vekirine 2024-12-28 13:57:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Ajansa HRNA’yê ragihand ku ji serê salê ve nêzî 883 kes li Îranê hatine darvekirin. Hat diyarkirin ku ji van 26 jê jin in.  Ajansa HRNA’yê ku ji aliyê çalakvanên mafên mirov ve tê birêvebirin, diyar kir ji serê salê ve 883 kes li Îranê hatine darvekirin. Ji kesên hatine darvekirin 26 jin in û 5 kes jî temenê wan di binî 18 saliyê de bûne. Hat diyarkirin ku îsal li gor par rêjeya darvekirinan li Îranê ji sedî 33.5 zêde bûye.   Her wiha hat diyarkirin ku di nava salê de li 207 kesan cezayê darvekirinê hatiye birîn û cezayê 54 ji wan ji aliyê dadgeha bilind a Îranê ve hatiye erêkirin.   Hat ragihandin ku ji sedî 51,87’ê kesên hatine darvekirin bi tometa "madeyên hişber" û ji sedî 40,54 jî bi tometa "kuştina bi zanebûn" hatine tometbarkirin.   Hêjayî bibîrxistinê ye di sala 2023’yan de 834 kes li Îranê hatibûn darvekirin.