Nobeta li ser sînorê Kobanê bi girseyî hate ziyaretkirin 2024-12-29 14:48:05 RIHA - Rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên rojnamegeran û partiyên siyasî bi girseyî çûn serdana çalakiya nobetê ya li dijî êrişên ser Bakur û Rojhilatê  Sûriyeyê li ser sînorê Pirsûs-Kobanê hatiye destpêkirin.  Çalakî bi pêşengtiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) hatiye destpêkirin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG), Komeleya Wêjekarên Kurd, PENa Kurd, Yekitiya Weşangerên Kurd (YEWKURD), Komeleya Lêkolînên Çanda Devkî Dîrok Wêjeyê (SOZ-DER), parlamenterên DEM Partiyê Ferît Şenyaşar, Dîlan Kunt Ayan, hevşaredarên DEM Partiyê, rêveberên DEM Partî û DBP’ê, pêkhateyên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê û gelek kesên din tev li çalakiya îro bûn.    Girse, di saetên zû yên serê sibehê de kom bû, li qada nobetê stranên berxwedanê û dirûşma “Bijî berxwedana Rojava” berz kir. Di çalakiyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye” hate hilgirtin.    Di nobetê de peyama Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a îro hatiye weşandin hate xwendin û peyam bi çepik û tililiyan hat pêşwazîkirin.    Çalakvan dê têkildarî peyama Îmraliyê û êrişan di saetên pêş de daxuyaniyê bide.