Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn 2024-12-30 14:35:33 ŞIRNEX - Kedkarên tenduristiyê Şeyhmûs Dursun, Eyup Ergen û Abdulazîz Yural ên di dema qedexeya derketina kolanan de hatin qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibîranîn.  Di dema qedexeya derketina kolanan a di salên 2015-2016’an a li navçeya Cizîr a Şirnexê de ajokarê ambulansê Şeyhmûs Dursun, hemşîr Eyup Ergen û xebatkarê tenduristiyê Abdulazîz Yural hatibûn qetilkirin. Kedkarên tenduristiyê li Goristana Asrî ya li navçeya Cizîrê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Malbatên kedkaran, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Tjum Bel-Sen, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û gelek kes tev li bîranînê bûn.    Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir û piştre dua hatin kirin.    SOZA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ   Hevserokê Şaxa SES’ê ya Şirnexê Samet Kaya di bîranînê de wiha got: “Dema ji bo gelê xwe xizmet dikirin hatin kuştin. Bîranîn, di heman demê de biryardariya di avakirina aştiyê de ye. Em soz didin ku têkoşîna wan a ji bo aştiyê mezin bikin.”    Hevserokê Giştî yê SES’ê Siddik Akin jî ev tişt anî ziman: “Ji bo xizmeta gelê xwe, canê xwe dan. Karê herî xweşik ê kedkarên tenduristiyê ew e ku jiyana mirovan diparêzin. Dema hempîşeyên me di vê dorpêçê de karê xwe dikirin hatin qetilkirin. Kedkarên tenduristiyê bi zanebûn hedef hatin girtin. Bi qetilkirina kedkarên tenduristiyê re xwestin têkoşîna aştî, azadî, ked û demokrasiyê jî têk bibin.”    'ERKA XWE YA MIROVBÛNÊ BI CIH ANÎN’    Sekretera Giştî ya KESK’ê Sevgî Yilmaz jî wiha got: “Hevalên me Eyup, Şehmûs û Azîz, peywira xwe bi cih anîn. Xwedî li nasnameya vî gelî, xwedî li xaka xwe derketin û erka xwe ya mirovbûnê bi cih anîn. Em di serdemekî krîtîk de ne û hêvî dîsa aj didin. Weke rêxistinên kedê em amade ne berpirsyartiya xwe ji bo aştî û demokrasiyê pêk bînin.”    Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan jî got ku divê têkoşîna kedkarên tenduristiyê were mezinkirin û ev tişt anî ziman: “Tişta ku niha divê em bikin ew e ku têkoşîna van hevalan a aştiyê mezintir bikin. Divê em mizgîniya aştiyê bidin wan.”    Herî dawî jî beşdaran qurnefîl danîn ser gorên kedkarên tenduristiyê.