‘Divê her kes li dora peyama Ocalan bibe yek’ 2024-12-31 14:45:21 RIHA - Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Kunt Ayan di çalakiya nobetê ya li ser sînorê Kobanê de axivî û got ku di serî de îktîdar û muxalefet hewceye her kes li dora perspektîfa Abdullah Ocalan bibe yek. Li dijî êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li ser sînorê Pirsûs a Rihayê û Kobanê çalakiya nobetê hatibû destpêkirin û çalakî di roja 9’an de didome. Çalakî bi pêşengtiya DBP, DEM Partî û TJA’yê didome. Gelek kes tev li çalakiyê bûn. Parlamenterên DEM Partiyê yên Rihayê Ferît Şenyaşar û Dîlan Kunt Ayan, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, endamên KATDER’ê û gelek kes tev li çalakiyê bûn.    Welatiyan pankartên “Rojava xeta me ya sor e”, “Nazim û Cîhan rûmeta me ne” û dovîzên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin”, “Dewlet jinan dikuje” û “Em bi hev re bi ser ketin dê bi hev re biparêzin” hilgirtin. Di çalakiyê de daxuyanî hate dayin.    'PIRSÛS ÇI BE ROJAVA JÎ EW E’   Di daxuyaniyê de parlamenter Dîlan Kunt Ayan, wiha got: “Pirsûs, Kaniya Xezalan û Nisêbîn çi be, Rojava jî ew e. Bi saya têkoşîna gelê Kurd di bin sîwana Rêveberiya Xweser de jiyanek hate avkirin. Dewleta tirk û komên paramîlîter jî vê jiyanê hedef digirin. Em van êrişan qebûl nakin. Gelê Kurd ev 50 sal in bênavber li ber xwe dide. Gelê Kurd hemwelatiye wekhev dixwaze û dixwaze zexta li ser ziman û çanda wan bi dawî bibe. Gelê Kurd temînata destûra bingehîn dixwaze. Ji bo vê ev 50 sal in zarokên xwe winda dike û xwezaya wan hate talankirin.”    Dîlan Kunt Ayan, diyar kir ku aştî misogeriya gelan e û wiha bal kişand ser gotinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên di hevdîtina dawî de: “Birêz Ocalan, hêviya aştiyê ya gelan e. Bi salan berê çi gotibe niha jî heman tiştan dibêje. Birêz Ocalan dibêje; ‘heke li cihekî pirsgirêk hebe, divê hûn li wê xakê li çareseriyê bigerin.’ Em li vir careke din bang dikin; bila kesek nebêje ‘ma ez ê çawa destê xwe deynim bin kevir.’ Hema bes baweriya bi aştiyê mezin bikin bes e. Ev banga me ji bo hemû muxalefetê, jinan û ciwanan e. Roj roja hevgirtina li dora vê peyamê ye. Bi vê perspektîfa birêz Ocalan re em bang li îktîdar û muxalefeta Tirkiyeyê û li her kesî dikin ku li dora vê peyamê bibin yek.”    JI BO MEŞÊ BANG KIR   Piştî daxuyaniyê, girse çû serdana esnafan û ji bo meşa di 3’yê Çileyê de banga tevlibûnê kir û belavok belav kir.