Dayikên Aştiyê Baroya Stenbolê ziyaret kirin 2025-01-03 18:25:02   STENBOL - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê yên Stenbolê di çarçoveya kampanyaya ku bi dirûşmeya "Dest bidin aştiyê" de, serdanên xwe yên bi Baroya Stenbolê re berdewam kirin.   Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê di çarçoveya kampanyaya ku di mehên dawî de bi dirûşmeya “Dest bidin aştiyê” dabûn destpêkirin têkiliyên xwe didomîne, bi rewşenbîr, nivîskar, hunermend, akademîsyen, parêzvanên maf û partiyên siyasî re hevdîtinên xwe didomîne. Dayikên Aştiyê di çarçoveya kampanyayê de Baroya Stenbolê ziyaret kirin. Dayikên Aştiyê, Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û gelek parêzer di civîna ku li salona civînê ya Baroya Stenbolê ya Beyogluyê hat lidarxistin de hatin cem hev.   Di civînê de Dayikên Aştiyê yên ku ji bo aştî û avakirina Tirkiyeya demokratîk xwe gihandin hemû aliyên çep, sosyalîst û muxalîf, bal kişandin ser girîngiya têkoşîna hevpar a di vê dema tundî, komkujî û şerê dijwar de û daxwazên xwe anîn ziman. Dayikên Aştiyê peyam dan ku ew ê di demên pêş de bi hemû nûnerên partiyên siyasî re bikevin têkiliyê.   Civîn piştî nîqaş û dan û stendina fikir û ramanan bi dawî bû.