Rengê Xelfeliyê diguhere 2025-01-04 09:23:07 ÎDIR - Şaredariya Xelfelî ya DEM Partiyî, tevî texrîbatên qeyûman jî rengê navçeyê diguherîne.  Şaredariya bajaroka Xelfelî ya Îdirê ku di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de ye, tevî hemû texrîbatên qeyûman jî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên bingehîn ên şêniyên bajarokê bi awayekî xurt dixebite. Qeyûmê ku di sala 2020'î de ji bo şaredariyê hat tayînkirin 60 mîlyon deyn li pey xwe hişt. Ji ber vê yekê şaredariya bajêr li gorî rêjeya nifûsê di nava şaredariyên herî deyndar de ye. Ji xeynî deynê qeyûm gelek mal û milkên şaredariyê yên neguhêzbar radestî TOKÎ'yê hatine kirin. Wesayîtên şaredariyê di heyama qeyûmê de nehatin bikaranîn, pirsgirêkên binesaziyê nehatin çareserkirin. Rêveberiya DEM Partiyê dema dest bi wezîfeyê kir, makîneyên karî tamîr kirin. Di warê paqijkirina navçeyê de gelek kar hatine kirin û li gelek kuçeyan jî boriyên gaza xwezayî hatin bicihkirin. Daxwazên bingehîn ên wekî park û mala sersaxiyê jî yek bi yek hatin bicihanîn.    Hevşaredarê Xelfeliyê Yaşar Saritaş diyar kir ku bi 31 xebatkaran hewl didin xizmetê bidin 5 taxan. Saritaş diyar kir ku yekane çavkaniya debara wan ji Bankeya Îlleran e, lê ji ber deynê qeyûman her meh ji pereyekî mezin ji budçeya wan tê birîn.    GAZA XWEZAYÎ, PARK Û MALA SERDSAXIYÊ   Saritaş diyar kir ku ji dema dest bi wezîfeyê kirine heta niha ji paqijiya hawirdorê û peyzaja navçeyê bigire li tevahiya taxan kampanyaya paqijiyê dane destpêkirin. Saritaş got: "Bajarê ku hewaya wê herî zêde qirêjî Îdir e. Beriya hilbijartinê me soza gaza xwezayî dabû raya giştî. Di vê mijarê de me bi fîrmaya rayedar re lihevkirinek çêkir û dest bi xebatê kir. Ji ber hin sedeman şîrket dest ji kar berda. Ji bo gel mexdûr nebe li cihên navendî boriyên gazê bi cih kirin. Niha li 6 kuçeyên me gaz heye."    Her wiha Saritaş diyar kir ku wan li ser qadeke 2 hezar metrekare parkek çêkiriye û vekirina parkê dê di biharê de be. Saritaş bilêv kir ku ew ê di heyama pêş de salona dawetê ya bêpere xizmet bike ava bikin. Saritaş diyar kir ku niha li bajêr tenê maleke sersaxiyê heye û armanca wan ew e ku hejmara wê bikin 5.   Saritaş anî ziman ku yek ji pirsgirêkên herî girîng ên bajarokê îmar e û wiha got: "Her çendî ku bajarok nêzî navçeya navendî ye jî di warê îmarê de pirsgirêk hene. Qada îmarê nehatiye vekirin. Beşek mezin a bajarokê di sala 2012'an de dewrî TOKÎ'yê hatiye kirin. Lê ev qad di dema qeyûm de hatiye berfirehkirin. Yanî ji sedî 60'ê bajarokê dewrî TOKÎ'yê hatiye kirin. Qismê din ê bajarokê jî mêrg û erdê xezînê ye. Me hevdîtin bi TOKÎ'yê re dan destpêkirin. Em van qadan ji wan bistînin tapoyên wan bidin gel. Em ê li wir xebata îmarê bidin destpêkirin."    MA / Omer Akin