Xwendekar dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîşê bê ronîkirin 2025-01-04 09:30:40 AMED - Xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê, diyar kirin ku tê xwestin ku dosyeya Rojîn Kabaîşê di bin navê "xwekuştinê" de bê girtin û gotin ku ji bo ronîkirina bûyerê dê bitêkoşin.  Cenazeyê xwendekara zanîngehê Rojîn Kabaîş a ku li Wargeha Keçikan a Seyyîd Fehîm Arvasî ya Wanê dima û di 27'ê Îlonê de bi guman winda bûye, piştî 18 rojan li peravê Taxa Molla Kasimê hat dîtin. Di dema ku biryara nepenîtiyê di dosyeya lêpirsînê de dewam dikir, medyaya serdest bi nûçeyên ku pêşkêş kirin, hewl da ku têgihîştina "xwekuştin" biafirîne. Tevî ku 3 meh derbas bûne jî, hîn jî gumanên têkildarî mirina Rojîn Kabaîşê nehatine çareserkirin.   Xwendekarên zanîngehê jî dixwazin mirina biguman a Rojîn Kabaîş bê ronîkirin. Li ser mijarê xwendekarên Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê di 2'yê Çile de daxuyaniyeke girseyî dan.   JI BO ROJÎNÊ 'EDALETÊ' DIXWAZIN    Ji xwendekarên ku tevlî daxuyaniyê bûn Ferhat Adiyaman diyar kir ku ew bawer nakin ku Rojînê xwe kuştibe û got ku Rojîn Kabaîş hatiye qetilkirin. Adiyaman got: "Zanîngeh navendên perwerdeyê ne. Tê wateya perwerdehiya azad. Lê di şert û mercên heyî de em hatine wê astê ku ditirsin. Ji ber ku tundiya li ser jinê roj bi roj zêde dibe, ji aliyê derûnî ve jî bandorê li me dike."   Adiyaman got: "Eger edalet hebûya dê heta niha sedema mirina Rojînê bihata dîtin. Ne tenê Rojîn, me beriya Rojînê jî bûyerên bi vî rengî dîtin. Pêwîst e mirov li pişt bûyeran bisekine û vekole. Em jî heya ji destê me bê ji bo di bûyerên bi vî rengî de edalet pêk bê, em ê tevbigerin."   ‘SEDEM POLÎTÎKAYÊN BÊCEZATIYÊ NE'   Xwendekara zanîngehê Mizgîn Otgunê jî diyar kir ku ew jî li wargehê dimîne û got,: "Eger em nikaribin biçin marketa 2 gav wêdetir, mirov wê ji bo vê bêje çi? Ji bilî vê, êdî ne roj ne jî şevên van bûyeran maye. He rkêlî çêdibin."    Mizgîn Otgunê bal kişand ser mirina biguman a Rojînê ku di bin navê "xwekuştinê" de tê xwestin bê veşartin û got: "Ji ber ku me li dîmenên Rojînê yên berê temaşe kir, ne pêkan e xwe kuştibe. Sedema bûyerên bi vî rengî polîtîkaya bêcezakirinê ye. Di bûyera Rojînê de jî wê di demeke nêz de derkeve holê ku kî bûye sedema mirina wê. Bûyera Rojînê jî baş nehat lêkolînkirin. Kesek jî nehat girtin û wekî xwekuştinêd an der. Divê wargeh û bajar ji bo jinan bibin warên ewle. Kesên van sûcan dikin divê bi girnaî bên cezakirin."    ‘DIVÊ EM XWE BIRÊXISTIN BIKIN'   Xwendekara zanîngehê Şeyma Akbûlûtê jî bertek nîşanî tundî û qetlîamên li ser jinan da û got ku polîtîkaya bêcezakirinê dibe sedema zêdebûna kuştinan. Şeyma Akbûlûtê got: "Ji ber vê yekê divê bi taybetî em jinên ciwan hişyar û birêxistin bin."