Bendava Tişrînê tê bombebarankirin 2025-01-08 11:04:22 NAVENDA NÛÇEYAN - Dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO, Bendava Tişrînê û derdora wê bombebaran dikin.  Êrişên dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter SMO’yê yên li dijî Bendava Tişrînê berdewam in. Li gorî nûçeya ANHA’yê, di van kêliyan de bendav û derdora wê ji hêla dewleta tirk û koma wê ya paramîlîer ve tê bombebarankirin.    Ji ber êrişên dewleta tirk, bendav bi xetereya teqînê re rû bi rû ye.    Li hêla din, li ser bangawaziya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hezaran welatî ber bi Bendava Tişrînê ve diçin.