‘Astengkirina anîna cenazeyan zilm e’ 2025-01-08 11:59:01 AMED - Hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç bertek nîşanî astengkirina şandeya dixwest cenazeyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgînê bîne da û wiha got: “Astengkirina anîna cenazeyan bêexlaqiyeke mezin e.”  Rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn di 19’ê Kanûnê de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla dewleta tirk ve bi SÎHA’yan hatin qetilkirin. Ji bo wergirtina cenazeyên rojnamegeran, şandeyeke ji endamên malbatê û Parlamenterê DEM Partiyê yê Mêrdînê Kamûran Tanhan, nûnerên DFG, OHD’ê û rêxistinên civaka sivîl pêk dihat xwest derbasî Herêma Federe ya Kurdistanê bibe û di 6’ê Çileyê de hate Deriyê Sînor ê Xabûrê yê li Silopiyaya Şirnexê. Şande, ji 6’ê Çileyê ve li deriyê sînor tê sekinandin.      Hevserokê Komeleya Piştevanî Yekitî û Çandê ya bi Malbatên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Windakirina re (MEBYA-DER) Mehmet Emîn Kiliç bertek nîşanî astengkirina wergirtina cenazeyan da.    BÊHIQÛQTÎ YE   Kiliç, diyar kir ku astengkirina wergirtina cenazeyan tê wateya binpêkirina mafên mirovan û bi bîr xist ku ne cara ewil e ku wergirtina cenazeyan tê astengkirin. Kiliç, wiha domand: “Tirkiye ji berê ve ye di mijara mafê definkirinê de bêhiqûqtiyê dike. Tu îzaheta êrişkirina cenazeyan tune ye. Ji ber ku tu tişt ji vê bêexlaqtir nîne. Divê rojnameger di her şert û mercan de bên parastin. Kuştina rojnamegeran ji xwe xerabiyeke cuda ye. Astengkirina cenazeyan zilmekî hêj girantir e. Ne ji hêla olî ve ne ji hêla şaristanî ve, ne ji hêla însanî û exlaqî ve tu îzaheta vê nîne. Tu kesekî çek di destî de bikujî, tu nikarî cenazeyê wî asteng bikî.”    ‘BILA DESTÛRÊ BIDIN ŞANDEYÊ KU DERBAS BIBE’   Kiliç, astengkirina wergirtina cenazeyan weke “bêexlaqiyeke mezin” nirxand û axaftina xwe wiha qedand: “Divê her kes xwedî li wan cenazeyan derkeve. Divê tavilê destûrê bidin ku şande derbas bibe û malbat cenazeyên xwe wergire. Malbat ev 2-3 roj in di rê de ne. Gelo wijdana wan çawa vê qebûl dike? Bihêlin bila xelk biçe cenazeyê xwe wergire û şîna xwe bigire. We jixwe dilê wan şewitandiye, çi hewceye hûn êşa wan girantir dikin. Ne ji hêla olî ne jî ji hêla insanî ve îzaheta vê tune ye. Divê cenaze tavilê bên teslîmkirin û definkirin.”